Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran da

Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran da
10 ÇILE, 2020   11:35

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildilrim û xwişka Veysî Aktaş Mehlîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê da ku biçin xizmên xwe bibînin.

Ji 12'ê Tebaxê ve serlêdanên malbatên girtiyên li Îmraliyê tên redkirin.