Piştî çend saetan ji ragihandina Rûsyayê ya agirbestê, li dijî Idlibê topbarana dijwar

Piştî çend saetan ji ragihandina Rûsyayê ya agirbesteke nû bi lihevkirina bi dewleta Tirk re, ji şeve din heta berbanga îro hêzên rejîmê herêma Idlibê, bi taybet jî Meret El-Nûman bi dijwarî topbaran kir.

Piştî çend saetan ji ragihandina Rûsyayê ya agirbestê, li dijî Idlibê topbarana dijwar
10 ÇILE, 2020   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hêzên rejîmê şeva berê û heta berbanga vê sibehê herêmên li bajarê Meret El-Nûman û gundên Merşemsa, Tilmenes, Meiseran, Meirşorîn, Dêr El-Şerqî û Dêr El-Xerbî yên bejahiyên bajêr bi top û moşekan hedef girtin.

Têkildarî mijarê, amadekariyên leşkerî yên hêzên rejîmê gihîştin dorhêla bejahiyên rojava û başûrê Helebê. Ev jî piştî bi çend saetan ji ragihandina Rûsyayê ya agirbesteke nû li herêma Idlibê, pêk hat.

Li aliyekî din jî ajansa Tass a Rûsyayê li ser zimanê rayedarekî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê wiha got: "Li Idlibê ya Bakur û Rojavayê Sûriyê, agirbestê dest pê kiriye."

Ev jî ne peymana destpêkê ye, her wiha berê Rûsya û dewleta Tirk gelek peyman der barê agirbesta qaşo li herêma bêçek li gorî her du dewletan, ragihandin. Lê tevahî bi bin ketin. Rûsyayê demekê berê dewleta Tirk bi derengxistina pêkanîna peymanên têkildarî Idlibê, tawanbar kiribû.

(fr)