Berberiya DYA û Îranê… Kongreyê rayeya Trump sînordar kir û Îran gefa qewitandina DYA’yê dixwe

Rojnameyên cîhanê îşaret pê kir Kongreya Amerîkayê rayeya Trump a leşkerî ya şerê bi Îranê re sînordar dike û Îran jî gefa qewitandina hêzên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dixwe.

Berberiya DYA û Îranê… Kongreyê rayeya Trump sînordar kir û Îran gefa qewitandina DYA’yê dixwe
10 ÇILE, 2020   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên cîhanî vê sibehê behsa nakokiyên li ser kuştina Suleymanî li hundirê Amerîkayê û pêşeroja nakokiya Îran-Amerîkayê kir.

NEW YORK TIMES: SENATOYA AMERÎKAYÊ RAYEYA TRUMP A LEŞKERÎ LI HEMBER ÎRANÊ SÎNORDAR KIR

Rojnameyên cîhanî vê sibehê di gelek mijaran de behsa nakokiya kuştina Qasim Suleymanî di siyaseta hundir a Amerîkayê de kir û rojnameya New York Times wiha nivîsî: "Endamên Senatoya Amerîkayê biryara sînordarkirina rayeya serokê Amerîkayê Donald Trump a şerê li dijî Îranê da."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Biryar bi dengdayîna 224 senatoran a bi serweriya Demokratan li hember 194 endaman hat erêkirin. Her wiha ev biryar jî li benda dengdayîna Senatoyê ye ku Komarparêz lê serwer in.

Di biryarê de hate diyarkirin ku divê beriyê çi xebateke leşkerî li dijî Îranê pêk bê, erêkirina Kongreyê, ji dêvla êrişeke ji nişka ve gefan li DYA’yê dixwe, hebe.

Naveroka biryara ku di Senatoyê re derbas bûye, wiha ye; divê hêzên çekdar ên Amerîkayê êrişên xwe li dijî Îranê bêyî erêkirina Kongreyê pêk neynin.”

WALL STREET JOURNAL: GENERALEKÎ ÎRANÊ GOT DIVÊ DYA JI ROJHILATA NAVÎN BÊ QEWITANDIN

Têkildarî mijarê rojnameya Wall Street Journal wiha nivîsand: "Fermandarekî Îranê yê berpirsê êrişa pêncşemê daxuyand ku derbeyên Îranê li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê ku tê de hêzên Amerîkayê hebûn, merheleya yekemîn a operasyona herêmî ya mezin a bi hedefa qewitandina hêzên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn bû."

General Emîr Elî Hecîzade yê ku çavdêriyê li ser çekên asîmanî ya Pasdarên Îranê û piranî moşekên Îranê dike, tu gefên leşkerî nedan, lê belê wiha got: "Tu niyeta Îranê ya kuştina tu kesî di êrişa çarşemê de tune bû, lê belê hedef zirarên madî bûn."

THE INDEPENDENT: ÎSRAÎL NAXWAZE BIBE TOPA AMERÎKAYÊ YA LI ROJHILATA NAVÎN

Rojnameya The Independent wiha nivîsand: "Îsraîliyan ji ber lîstina rola veşartinê ji tirsa reftarên Amerîkayê bi Ereban re, pir azar kişandin."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Çer ku Amerîka biryarek der barê Rojhilata Navîn de derxist, îsraîlî xwe ji bo veşartineke nediyar amade dikin.

Piştî nakokiya Amerîka-Îranê ya vê hefteyê, ne ji nişka ve bû ku Îranê gefa rûxandina bajarê Heyfa yê parçeyek li ser bersivdana DYA’yê bixwe, pêk hat.

Wekî tê zanîn ku Îsraîl hevalbenda herî nêz ji Amerîkayê re li herêmê ye, her wiha jî siyaseta Amerîkayê bi awayekî mezin li gorî wê ye. Heta ku xwepêşandana li dijî DYA’yê li herêmeke li cîhanê çêdibe, her du alên Amerîka û Îsraîlê bi hev re tên şewitandin.

Ji bo Îsraîlê heke dixwaze hebûna xwe li herêmê piştrast bike û têkiliyên xwe bi cîranên xwe re bi awayekî yekser û pêbawer pêk bîne, divê ji bin sîwana DYA’yê derkeve. Her wiha jî hin îsraîlî piştevaniya siyasetên leşkerî û neteweyî yên fermandarên xwe nakin.”

(fr)