Mijarên rojnameyên erebî - 10 Çile

Rojnameyên erebî yên îro diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete çiravê û kuştina Suleymanî bandoreke giran lê kir û îşaret pê kir ku di nakokiya Amerîka-Îranê de paşvekişîn û nîqaş li ser peymana nukleerê tên kirin.

Mijarên rojnameyên erebî - 10 Çile
10 ÇILE, 2020   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û asêbûna dewleta Tirk, nakokiya Amerîka û Îranê û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

EL-EREB: LEŞKERÊN DEWLETA TIRK, KETINE ÇIRAVA ROJHILATÊ FIRATÊ YA KU DILIVE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir, jê jî têwerbûna dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hêzên dewleta Tirk li herêmên ku li Rojhilatê Firatê di êrişên leşkerî yên dawîn ên "Kaniya Aştiyê" de, li hember şerekî westandinê ne."

Vê hêzê roja çarşemê gelek ziraran dîtin. Di encamê de 7 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û gelek ji wan bi giranî birîndar bûn.

Çavdêran li ser rewşa Sûriyê wiha got: "Bersivdana êrişên hêzên dewleta Tirk ji meha borî de li Girê Spî û Serêkaniyê bilind bûn. Li gel wê jî Enqere ji bo dîtina rêyeke bersivdana van êrişên ku xwe dispêre erebeyên bombebarkirî, bê çare ye."

Êrişa "Um Uşba" êrişa 4’emîn e ku leşkerên dewleta Tirk ji destpêka vê mehê ve hedef digire. Encama vê êrişî ya herî mezin ji dema destpêka Kaniya Aştiyê ve û ji dema derbasbûna hêzên dewleta Tirk li xaka Sûriyê ve di 2015’an de ye.

Li ser paşxaneya êrişa bi moşekan a Amerîkayê ya îna borî li ser girîngtirîn rayedarên Îranê û endezyarê çalakiyên leşkerî Qasim Suleymanî li paytexta Iraqê Bexdayê, Washingtonê amadekariya xwe li rojhilatê Firatê tevî derbasbûna alîkariyên leşkerî ji YPG’ê re, xurt kir. Ew jî li ser metirsiya ku hêzên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên milîsên Îranê werin, pêk hat.

Li gorî rojnameyê, analîzvanan diyar kir ku yên herî sûdewar li ser kuştina Suleymanî û nakokiyên wê, Kurd in. Her wiha êdî Washington rola wan a guncaw li hember her şerekî bi Îranê re li sar xaka Sûriyê dibîne û dê Kurd jî bi hemû hêza xwe hewl bidin vê rewşê di êrişa li hember Tirkiyê de sûdewar bikin.

EL-EYN: PIRANIYA TIRKAN DESTWERDANA LEŞKERÎ YA LÎBYAYÊ RED DIKIN

Der barê rewşa dewleta Tirk de rojnameya El-Eyn wiha nivîsand: "Bi anketekê hat eşkerekirin ku ji sedî 58 ji Tirkan ji bo şandina hêzên leşkerî ber bi Lîbyayê ve, ne razî ne."

Li gorî malpera rojnameya Sozcu ya Tirkiyê ku pêncşemê bi bîr xistiye, saziyeke lêkolînên aborî anket li 12 bajaran bi beşdariya hezar û 537 kesan çêkir. Di anketê de ji beşdaran pirsa ‘Divê dewleta Tirk leşkeran bişîne Lîbya yan na?’ hat kirin.

Ji sedî 34’an bersiva erênî da û her wiha jî ji sedî 58’an jî da zanîn ku divê dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Lîbyayê neke. Her wiha jî ji sedî 8’an ji beşdaran helwestên xwe nîşan nedan.

EL-BEYAN: ÎRANÊ DAXWAZ JI HEVKARÊN XWE KIR KU BÊ DENG BIN

Der barê nakokiya Îran û Amerîkayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Ji ber kêmbûna metirsiyên şerê rasterast di navbera DYA û Îranê de, behsa dosyaya nukleerî ya Îranê û nakokiya der barê hevpeymana nukleerî di navbera dewletên Ewropa û DYA`yê de tê kirin.

Beriya niha jî çavkaniyên Amerîkayê diyar kir ku Îran daxwaz ji leşkerên xwe yên li herêmê kir ku bê deng bin û tu çalakiyan li dijî Amerîkayê pêk neynin.

Her wiha berpirsekî ewropî yê payebilind jî wiha got: "Hevpeymana nukleerî ya sala 2015`an hatiye îmzekirin ji bo kêmkirina bernameyên Îranê yên nukleerî bû ku hîna ji bo ewlehiya cîhanê girîng e, ew yek jî helwesta dijber a YE’yê li ser siyasetê pişterast dike ku serokê Amerîkayê Donald Trump wê wek "şermeke mezin" bi nav kir. "

EL-EREB: DEWLETÊN HERÊMÊ HÎNA JI PLANÊN TRUMP ÊN DER BARÊ ÎRANÊ DE METIRSÎDAR IN

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsand: "Rêveberiya Amerîkayê bi fikar helwesta hevkarên DYA`yê yên cîhanê şopand, di demekê de ku rewşeke nakok di navbera Îran û DYA`ê de rû dide.

Bi wan helwestan re rêveberiya serok Donald Trump careke din nexşeya pêşeroja aloziya bi Îranê re xêz dike. Bi taybet ku daîreyên dîplomasiyê êdî hîs dikin ku hêza mezin a DYA`yê ne li gorî ku tê xwestin da ku nêrîna siyasî li ser Îranê bêyî hevkariya berfireh û mezin ji bajarên dostên DYA`yê ferz bike.

(fr-jo)