Îranê bersiva Amerîkayê da... daxuyaniyên dualî û bangên navdewletî yên aramiyê

Bi hedefgirtina Îranê ya bersivdana kuştina Qasim Suleymanî ya li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê re, li gel bangên kêmkirina nakokiyan, bertekên herêmî û navdewletî derketin.

Îranê bersiva Amerîkayê da... daxuyaniyên dualî û bangên navdewletî yên aramiyê
8 ÇILE, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro artêşa Iraqê daxuyand ku 22 moşek li baregeha Eyn El-Esed a asîmanî ku tê de hêzên Koalîsyonê yê bi serkêşiya DYA’yê li parêzgeha Enbar li rojavayê welêt hene û her wiha jî li baregeha li Hewlêrê bêyî tu birîndariyan, ketin.

Têkildarî mijarê, 2 moşek ji eslê 17 moşekên ku Eyn El-Esed hedef girtine, neteqîn û 5 moşekên dîtir ku li bajarê Hewlêrê ketine, navendên Koalîsyonê hedef girtin. Lê di encamê de tu zirar di nava hêzên Iraqê de çênebûn.

WASHINGTON: ZIRAR TUNE YE Û EM BIHÊZTIR IN

 Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişên Îranê yên bi moşekan wiha da zanîn: "Her tişt wekî xwe ye" û destnîşan kir ku dê sibeha çarşemê di vê derbarê de daxuyaniyekê bide.

Serokê Amerîkayê di twittekê de wiha nivîsand: "Her tişt wekî xwe ye, Îranê hin moşek ber bi baregehên leşkerî yên li Iraqê ve avêtin û niha zirar û ziyan tên nirxandin, lê heta niha rewş baş e. Artêşeke me ya bihêztir û baştir li cîhanê ye! Dê sibehê daxuyaniyekê bidim."

Pantagonê jî ragihand ku Îranê berbanga çarşemê zêdetirî 12 moşek avêtin baregeha Eyn El-Esed û baregeha li Hewlêrê. Wezaretê diyar kir ku heta niha birîndariyên ku ji ber êrişên Îranê çêbûne, tenê li ser iraqiyan e.

Li aliyekî dîtir jî cîgirê wezîrê parastinê yê Amerîkayê yê kar û barên giştî Jonathan Hoffman wiha got: "Di rojên dawîn de û ji bo bersivdana li ser gefên Îranê û kiryarên wê, Wezareta Parastinê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina ferd û hevalbendên xwe girtin."

Jonathan Hoffman wiha lê zêde kir: "Ev her du baregeh di amadehiyeke herî jor de bûn, ji ber hin nîşane hebûn ku rejîma Îranê plana êrişkirina hêz û berjewendiyên me li herêmê dike."

Şeva sêşemê, rêveberiya gera asîmanî ya sivîl a federaliya Amerîkayê ragihand ku qedexe ye balafirên sivîl ên Amerîkayê li asîmanên Iraq, Îran, Kendav û Deryaya Umanê, bigere.

Rêveberiyê di daxuyaniyekê de got dê rûdanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve bişopîne.

ÎRAN: TENÊ DERBEYEK BÛ Û DÊ LINGÊN AMERÎKA JI HERÊMÊ QUT BIKIN

Têkildarî mijarê, lîderê olî yê Îranê Elî Xaminey wiha da zanîn: "Bersiva leşkerî pêngaveke girîng û pêwîst e. Lê belê ya herî girîng divê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê bi dawî bibe."

Xaminey di amadebûna girseya gel a li bajarê Qum de wiha bi bîr xist: "Bersiva leşkerî ya ku pêk hatiye, tenê derbeyek bû û ne di asta mezinbûna sûc de ye, lê bersiva bingehîn, derketina wan ji herêmê ye."

Ji aliyekî din ve jî, wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di twittekê de wiha nivîsand: "Hewldana Îranê ne bilindkirina nakokî yan jî şer e, ew jî piştî ku Tehranê moşek avêtin hedefên Amerîkayê yên li Iraqê."

Zerîf got dê Îran parastina xwe li hember her êrişekê bike û îşaret pê kir ku welatê wî bersivdan bi dawî kir. Ew yek jî îşaretê bi bersivdana Îranê li ser kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî di operasyona Amerîkayê ya li Bexdayê, hat kirin.

Zerîf axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îranê bergiriyên guncaw di çarçoveya parastina xwe de li gorî madeya 51’an a peymana NY’yê, pêk anî. Her wiha hewldana me ne nakokî, ne jî şer e. Lê belê dê parastina xwe li hember her êrişekê bikin."

Kanaleke Îranê li ser zimanê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro wiha daxuyand: "DYA’yê, destê fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî qut kir û em ê jî lingên wê li herêmê qut bikin."

ŞERMEZARKIRINÊN NAVDEWLETÎ, BANGÊN HÊDÎKIRINÊ Û ÎSRAÎL LI GEL AMERÎKAYÊ YE

Îro Brîtanyayê êrişên Îranê yên li ser baregehên leşkerî yên li Iraqê ku tê de hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya DYA’yê hene û jê jî hêzên Brîtanyayê ne, şermezar kirin.  Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab wiha got: "Em êrişa li dijî baregehên leşkerî yên li Iraqê ku tê de hêzên Koalîsyonê û hêzên Brîtanyayê hene, şermezar dikin."

Dominic Raab wiha domand: "Em Îranê der barê duberekirina wek van êrişên bêserûber û xeternak de, hişyar dikin û ji dêvla wê divê bi lezgînî vê nakokiyê rawestîne."

Wezîrê dewleta Îmaratê yê barên derve Enwer Qerqaş jî bang li hêdîbûna nakokiyên aloz, kêmkirina germbûnê kir da ku herêm dûrî nakokiyên metirsîdar be. Qerqaş bang li pêkanîna rêveçûna siyasî ya ber bi aramiyê ve kir.

Li aliyekî din jî wezîrê parastinê yê Almanyayê Ingrett Krump Karenpower wiha anî ziman: "Bi gotinên herî tund, hikumet vê dijminatiyê red dike, mijar niha bi taybet di destê îraniyan de ye ku zêdetir nakokiyê bilind nekin."

Têkildarî mijarê, Wezareta Karên Derve ya Çînê îro ragihand ku rewşa li Rojhilata Navîn pir nazik û bigirêk e û bang li aliyên pêwendîdar kir ku xwe ragirin.

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu jî di yekemîn daxuyaniya xwe ya li ser nakokiyê de wiha got: "Îsraîl bi her awayî li gel DYA’yê ye."

Serokwezîrê Îsraîlê wiha piştrast kir: "Dê Til Evîv bi tundî her aliyê ku bixwaze êrişî Îsraîlê bike, derbe bike û her wiha divê Trump der barê tevgera wî ya lez, cesaret û israra wî ya li ser kuştina Suleymanî de bê pîrozkirin."

(fr)