Gerîla TV dîmenên çalakiyên 15’ê Cotmehê û 14’ê Kanûnê weşandin

​​​​​​​Gerîla TV dîmenên 2 çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker ên li Heftanîn û Xakurkê weşandin.

Gerîla TV dîmenên çalakiyên 15’ê Cotmehê û 14’ê Kanûnê weşandin
8 ÇILE, 2020   10:35
NVAENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî dabû:

"Hêzên me di 15'ê Cotmehê de saet 06:30'an li Qada Şehîd Şêxmûs a herêma Heftanînê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh kir. Hêzên me ji 5 baskan ve li çeperên dijmin ên li ser gir xist. Hêzên me ku heta bi çeperên dijmin ve çûn, ketin hundirê çeperên dijmin. Di vê çalakiyê de gelek çeperên dijmin hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 13 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi gelek helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin. Yekîneya me ya çalakî kir, bi rengekî serkeftî li baregehên xwe vegeriya.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 14'ê Kanûnê saet di 15:45'an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky rakirin."

http://gerilatv.com/uploads/videos/b4a147fde_1080.mp4