Li “herêma bêçek" şer û pêşketina çeteyan

Komên çete êrişî cihên hêzên rejîmê li gundewarên rojhilatê Idlibê kir û bi pêş ve çûn, di demekê de ku amadekariyên hevdîtina Pûtîn û Erdogan tên kirin.

Li “herêma bêçek" şer û pêşketina çeteyan
8 ÇILE, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şerekî giran di navbera komên çete yên Tirkiyê û hêzên rejîmê de li eniyên gundewarên rojhilatê Idlibê rû da. Ew yek di çarçoveya êrişa çeteyan li eniyên El-Medmûnê, Semkê, Semkê, Bersê û Ferwan ji seatên sibehê yên îro ve pêk tê.

SOHR`ê tekez kir ku çeteyan dikaribû li herêmê bi pêş ve biçin û gundên Semkê, Bersê û Medmûmê kontrol bikin û şer di navbera her du aliyan de bi giranî dewam dike.

Ev pêşketin di demekê de çêbû ku îro amadekariya hevdîtina di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de pêk tê.

Li herêmên bi navê "bêçek" bêdengiyek rû dide, piştî civînên ku li Moskovê di navbera şandeyên Rûsya, Tirkiye û rejîmê de çêbûn.

(jo)