Çiya Kurd: Heta niha tu diyalogên rasterast di navbera me û rejîmê de tune ne

Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çiya Kurd eşkere kir ku hewldanên aliyê sêyemîn ê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de hene û wiha got: "Heta niha tu xebatên diyaloga siyasî ya rasterast tune ne."

Çiya Kurd: Heta niha tu diyalogên rasterast di navbera me û rejîmê de tune ne
8 ÇILE, 2020   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Dezgehên çapemeniyê duh nexşerêya Rûsyayê belav kir ku tê de deh xalên sereke ji bo mîsogeriya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de hebûn.

Der barê mijarê de cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi rêya telefonê ji ANHA`yê re axivî.

Bedran Çiya Kurd wiha got: "Ji destpêka gefên Tirkiyê û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Rûsya rola avakirin û aktîfkirina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de girt ser milê xwe, heta niha Rûsya di wê çarçoveyê de dixebite. Ji ber vê yekê gelek civîn di navbera me û Rûsyayê de û di navbera Rûsya û rejîma Sûriyê de li dar xistin û gelek tişt bi her du aliyan re nîqaş kirin."

Çiya Kurd wiha domand: "Hewldanên Rûsyayê heta niha didomin, da ku binesaziyeke hevbeş ji bo gihandina diyaloga siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ava bike, heta niha ev hewldan negihaştine encameke baş ji bo pêkanîna diyaloga siyasî ya rasterast di navbera me û rejîma Sûriyê de."

(jo)

ANHA