Li Îranê balafira Ukraynayê ket: 176 kesî jiyana xwe ji dest da

Li gor torên çapemeniyê yên Îranê, vê sibehê piştî firîna balafira Ukranyayê ya ji cureya Boeing 737 ji Tehranê ber bi Kîevê ve, ket û di encamê de nêzî 176 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Îranê balafira Ukraynayê ket: 176 kesî jiyana xwe ji dest da
8 ÇILE, 2020   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukranyayê Volodimîr Zelinsky piştrast kir ku tu kes ji wê balafirê rizgar nebû û wiha got: "Tevahî siwar û ferdên tîma balafira Boeing 737, jiyana xwe ji dest da."

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê Vasyl Kerelîç heman agahî da ajansa AFP’ê ku tu kes jê rizgar nebûye. Kerelîç wiha got: "Li gorî jimarên destpêkê, nêzî 168 kes di balafirê de bûn ku diviyabû ji Tehranê bihatana Kîevê."

Ajansa fermî ya Îranê IRNA da zanîn ku karaseta asîmanî bû sedema kuştina tevahî rêwiyan. Ajansê li ser zimanê berdevkê Balafirgeha Îmam El-Xumeynî a Tehranê wiha daxuyand: "Balafirê 176 rêwî rakiribûn, jê 167 siwar û 9 jî ferdên tîmê ne."

Li aliyekî din jî kanala fermî ya Îranê dîmen ji cihê ketina balafirê weşandin ku tîmên girêdayî Heyva Sor a Îranê li zeviyeke vala ku lê parçeyên balafirê hene, lêkolînê dikin.

Şîrketa Boeing bi twittekê wiha ragihand: "Agahiyên ku ji rojnameya Îranê derketine, gihîştin me û em niha hewl didin agahiyên zêdetir kom bikin."

(fr)