Şaredariya Tirbespiyê projeyên sala 2019`an temam kirin

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê planên xwe yên sala 2019`an bi dawî kirin.

Şaredariya Tirbespiyê projeyên sala 2019`an temam kirin
Şaredariya Tirbespiyê projeyên sala 2019`an temam kirin
Şaredariya Tirbespiyê projeyên sala 2019`an temam kirin
Şaredariya Tirbespiyê projeyên sala 2019`an temam kirin
8 ÇILE, 2020   09:22
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê  ya kantona Qamişlo projeyên xwe yên sala 2019`an bi dawî kirin. Ji wan çêkirina pira herêma bakur a li ser çemê Cerah û sererastkirina pirên din ên li ser pira başûr ku di navbera aliyê rojavayên navçeyê û kolana Sina de.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Abdulezîz Mihemed diyar kir ku pir li ser 3 qonaxan hatin sererastkirin û kanal çêkirin, paşê xîz (qûm) û kevir xistin pirê ji bo ku xurt bibe û bi îsfeltê dagirtin.

Li gel vê yekê şaredariyê têketina navçeyê ji aliyê rojava ve sererast kir û ronî kir, kanalazîsyon çêkirin, 600 rogar paqij kirin û 25 rogarên din jî ji bo 4 komînan çêkirin.

Her wiha şaredariyê çareseriya qerebalixa di hundirê bazara navendî ya navçeya Tirbespiyê de dît û amadekariyê vekirina ‘Geraca Şehîd Selman’ li başûrê rojavayê navçeyê dike. Di vê derbarê de Abdulezîz Mihemed got gerac ji bo serwîsên gundên başûrê navçeyê, rêya Qamişlo û Tirbespiyê ye. Abdulezîz got gerac bi temamî amade ye.

Dihat pêşbînîkirin ku Şaredariya Tirbespiyê di nîvê Kanûna 2019`an de proje bi dawî bikira lê ji ber êrişên artêşa Tirk ên di 9 Cotmehê de kar û xebat asteng bûn. Lê tevî vê jî şaredariya gel planên xwe yên sala 2019`an bi dawî kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yESDQwl-F1w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>