Dewleta Tirk 460 çete şandin Lîbyayê

MÎT’a dewleta Tirk derdora 460 çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ber bi Lîbyayê ve şandin da ku piştgiriya hikumeta El-Wîfaq li dijî artêşa Lîbyayê bikin.

Dewleta Tirk 460 çete şandin Lîbyayê
8 ÇILE, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di demên dawîn de, mijara rêkirina çeteyên dewleta Tirk (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve di rojevê de bû. Dewleta Tirk dixwaze çeteyên xwe li kêleka hikumeta Wîfaq ya Lîbyayê li dijî artêşa Lîbyayê bide şerkirin.

Hejmara çeteyên ku hatine şandin, wiha ye: Ji koma Siqûr El-Şam 60 çete, ji koma Suleyman Şah (El-Emşat) 50 çete, ji Sultan Mûrad 300 çete, ji Mûitesim Billah 50 çete.

Niha jî Firqet El-Hemzat 400 çeteyan amade dike da ku wan bişîne Lîbyayê. Hemû komên navborî xwe di bin banê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de xwe bi rêxistin kirine.

Ji ber biryara dewleta Tirk a şandina hêzên leşkerî ber bi Lîbyayê ve, rastî gelek bertekên navneteweyî û erebî tê. Ajansa me duh nûçeyek der barê dayîna dewleta Tirk a paseportan ji bo çeteyên ku dixwazin biçin Lîbyayê li hemberî fonên mehane 2 hezar dolar de, belav kir.

(bx)

ANHA