Li Hesekê 2 bazirganên çek û madeyên qedexekirî hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo 2 bazirganên çekan û madeyên qedexekirî girtin.

Li Hesekê 2 bazirganên çek û madeyên qedexekirî hatin girtin
8 ÇILE, 2020   09:41
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku beriya du rojan li bajarê Hesekê 2 bazirganên çek û madeyên qedexekirî girtine.

Li gorî yek ji rêveberên Buroya Sûcên Birêxitinkirî ya bajarê Hesekê, bazirganek li nêzî bajarokê El-Xizûm hat girtin. Ew kes bazirganiya çek û cebilxaneyê dikir bêyî ku tu ruxset bi wî re hebin.

Bi bazirganê ku hate girtin re 3 çekên kalaşnîkov, 1 bombekşin, 1 sonbala misrî her wiha 5 jarjûr hatin dîtin.

Di vê çarçoveyê de û li gorî agahiyên ku navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kir, Hêzên Ewlekariya Hundrîn li taxa El-Telayî ya bajarê Hesekê kesekî din ku wî jî bazirganiya çek û madeyên qedexekirî dikir, girt.

Bi wî re jî 133 guleyên kalaşnîkovê, 100 kg ji madeya hişbirê, 30 libên bîgobalîn, 145 libên kabîtîkol, 1 lib zûlam, 2 bombeyên destan, mêzîna ji bo madeyên hişbirê, du pakêt û kîsên vala ji bo madeyên hişbirê.

Her du bazirgan ji bo Komîteya Îdia û Lêpirsînê hatin veguhastin da ku der barê wan de lêpirsîn were kirin.

(bx)

ANHA