Di sersalê de 40 kes ji ber reşandina guleyan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku di bûyerên reşandina guleyên ên bê ser û ber di şahiyên sersalê de, 40 kes girtine.

Di sersalê de 40 kes ji ber reşandina guleyan hatin girtin
8 ÇILE, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di salên dawîn de diyardeya gule reşandinê ya bêserûber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bone, şahî û merasîmên oxirkirinê de zêde bûye. Di encamê de heta niha gelek sivîl birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Şênî jî ji ber vê diyardeyê bi hêrs in û diyar dikin ku divê aliyên ewlekariyê rê li pêşiya wê bigirin.

Tevî ku aliyên têkildar û Hêzên Ewlekariya Hundirîn belavokên ku bi rêya wê reşandina guleyan di boneyan de qedexe dikin, belav kirine, lê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şahiyên sersala 2020`an de ev diyarde dubare bû.

Girêdayî xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di rojên dawîn de ji sala derbasbûyî ji bo ku rê li pêşiya vê diyardeyê bigirin, berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen got hêzê di vî warî de gelek daxuyanî û belavok belav kirin, bi rêya wê bang li şêniyan kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin da ku ewlehiya giştî bipêrazin. Bi taybet qedexekirina  reşandina guleyan û fetaşan û wiha domand: "Em hewl didin rê li pêşiya qezeyan bigirin, bi taybet qezeyên gule reşandinê."

El-Hesen di nav gotinên xwe de got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn di tevahiya boneyên giştî de dewriyeyên xwe zêde dikin û bendên xwe li tevahiya bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin. Da ku ewlehiya şêniyan di wan şahî û boneyan de biparêzin. Hewl bidin rê li pêşiya tevliheviyê bigirin."

El-Hesen eşkere kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn 40 kesên ku gule bê ser û ber di şahiyên sersala nû de reşandine, girtin û çekên wan desteser kirin û ew radestî dadgehên sivîl kirin.

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen bang li şêniyan kir ku pêwîst e perspektîfên hêzê bînin cih û bi hêzê re hevkar bikin da ku bigihîjin kesên wisa dikin, rê li pêşiya belavbûna vê diyardeyê bigirin û qezayên çêdibin, kêm bikin.  

Tevî qanûnên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo girtina ruxsetên çekên tekekesî, qedexekirina rakirina çekan, reşandina guleyan di boneyan de, tevî tevahiya daxuyanî û biryarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn  girêdayî mijarê, lê şênî ji vê diyardeyê zehmetiyan dikişînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PqUqUjOVX1E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>