Li kampa Waşokanî jiyana zarokan… bi wêne û dîmen

Zarokên li kampa Waşokanî azara paşguhkirinê dikişînin û rêxistinên mirovî jê re nabin alîkar.

Li kampa Waşokanî jiyana zarokan… bi wêne û dîmen
8 ÇILE, 2020   08:35
HESEKÊ

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 300 hezar sivîlên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Tiwêna yê ku 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê, kompa Waşokanî vekir û pêşwaziya şêniyên ji Serêkaniyê kir.

Demsala zivistanê ye û baran dijwar e, ji ber vê yekê rewşa koçberên li kampê xirab e û rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nakin.Tenê Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser bi barê koçberan radibin.

Nûçegihanên ajansa me rewşa kampê ji nêz ve şopand û bi dîmen û wêneyan rewşa koçberan belge kir.

WÊNE Û DÎMEN: EHMED MIHEMED-HENAR IBRAHÎM

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KKYUfTtf46Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>