Li kampa Holê dîsa jinek hate kuştin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn cenazeyê jinekê ku ji serê xwe derbe xwariye, li kampa Holê dît.

Li kampa Holê dîsa jinek hate kuştin
8 ÇILE, 2020   08:24
HESEKÊ

Bûyerên kuştinê li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, bi êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de, zêde bûn. Jinên DAIŞ`ê hewl da xwe bi rêxistin bikin û hemû kesên ku li dijî fikra DAIŞ`ê derdikevin, bikin armanca xwe.

Îro sere sibê hêzên ewlehiyê li beşa yekemîn a kampa Holê ku ji bo penaberên Iraqê hatiye veqetandin, cenazeyê jina bi navê Fedîle Ibrahîm (27) ku bi eslê xwe iraqî ye, hatiye dîtin. Fedîle Îbrahîm di encama derbeya ji serê xwe de xwariye, hatiye kuştin. Cenazeyê Fedîle Ibrahîm niha li noqteya tenduristî ye.

Der barê bûyerê de yek ji rayedarên hêzên ewlehiyê li kampê diyar kir ku bûyer derengiya şeva çûyî pêk hatiye û îro li ser agahiyên ku penaberên Iraqê dane, cenaze hate dîtin.

Li gorî çavkaniyan, jinên DAIŞ`ê li pey bûyera kuştina ne, ji ber ku koçber û penaberên di kampê de gelek ji wan, fikrên DAIŞ`ê red dikin.

Di 2`yê Çile de jî, jineke Iraqî (20) û hevserê wê (32) li kampa Holê kuştî hatin dîtin.

(kc)

ANHA