Tîma Endezyariyê li Reqayê 18 hezar mayin bê bandor kirin

Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya şaxê  Reqayê diyar kir ku piştî rizgarkirina bajêr hêzên wan zêdetirî 18 hezar mayin bê bandor kirine.

Tîma Endezyariyê li Reqayê 18 hezar mayin bê bandor kirin
Tîma Endezyariyê li Reqayê 18 hezar mayin bê bandor kirin
Tîma Endezyariyê li Reqayê 18 hezar mayin bê bandor kirin
Tîma Endezyariyê li Reqayê 18 hezar mayin bê bandor kirin
8 ÇILE, 2020   08:05
REQA-EHMED ESAF

Mayin û bombeyên çeteyan çandine, bandorê li jiyana sivîl û leşkerên li Reqayê dike. Tê zanîn ku QSD di Cotmeha 2017`an de bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar kir.

Çeteyên DAIŞ`ê nêzî 4 salan li Reqayê man û mayin û bombe li kolan û malên bajarê Reqayê hiştibûn.

Di encama teqandina mayinan de bi sedan sivîlên bajêr bûn qurbanî û di vê derbarê de Buroya Astengdaran diyar kir ku ji sedî 70 ji gaziyên şer, ji ber teqandina mayin û bombeyên ku DAIŞ`ê li peyî xwe çandibûn.

Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê 18 hezar mayin, bombe û topên çeteyan, bê bandor kirin.

Yek ji endamên rêveber ên Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Akif Mihemed got tîma endezyariyê ya Reqayê jiyana sivîlan ji xetereyê xelas kir. Mihemed diyar kir ku hêzên wan mayinên li mal û erdan hatibûn çandin, bê bandor kirin, her wiha li avahiyên taybet û giştî yên bejahî û bajarê Reqayê jî geriyan.

Mihemed bi bîr xist ku hejmara mayin û çekên DAIŞ`ê li pey xwe hiştibûn, gihaşt 18 hezar û 379’an û bombeyên li herêmê çêkiribûn.

Akid Mihemed di dawiyê de got Tîma Endezyariyê li Reqayê gera xwe berdewam dike û dema agahiyên hebûna mayinan tên, yekser tîm berê xwe dide cihê bûyerê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uEsCvU9aGSQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>