Jinên ji Efrînê: Em ji Efrînê dûr nakevin

Jinên efrînî yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk koçberî Şehbayê bûne, diyar kir ku ew ê asta berxwedanê bilind bikin heta xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Jinên ji Efrînê: Em ji Efrînê dûr nakevin
8 ÇILE, 2020   07:31
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Artêşa Tirk a dagirker di 20‘ê Çileya 2018‘an de êrişî kantona Efrînê kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Di encamê êrişan de bi hezaran şêniyên Efrînê berê xwe da kantona Şehbayê.

Têkildarî êrişên dagirkeriyê ku heta niha berdewam in, jinên efrînî yên koçberî kantona Şehbayê bûne, nêrînên xwe anîn ziman.

Roşîn Îbrahîm: “Du sal e di ser dagirkirina Tirk a li Efrînê re derbas bû. Dagirkeriya Tirk bû sedema koçberkirina niştecihên Efrînê yên resen û êrişên xwe yên li ser herêmê di nava bêdengiyeke navdewletî de didomîne. Em ê berxwedana xwe bidomînin heta Efrînê rizgar bikin.”

Gulê Mihemed: “Dagirkeriya Tirk em koçber kirin, xwestin me lewaz bikin û hêz û îradeya me bişikînin. Lê em nahêlin ev yek pêk were, her çi qasî dagirkeriyê êrişên xwe zêde kirin jî em ê berxwedanê bidomînin û ji Efrînê dûr nakevin.”

Hesna Hesen: “Ruxmî zehmetiyên ku em li Şehbayê dikişînin lê em nahêlin ku dagirkeriya Tirk planên xwe temam bike û herêmên din dagir bike. Em di berxwedanê de bi israr in.”

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BpwjHS0oeSk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>