Şêxê eşîra Begara: Tekane hêza ku nûnertiya me dike QSD`ê ye

Şêxê eşîra Begara Abdulrehîm El-Cedûi bal kişand ser helwesta eşîrên ereban ji QSD`ê re û got: “"Tekane hêza nûnertiya me dike û me diparêze QSD`ê ye."

Şêxê eşîra Begara: Tekane hêza ku nûnertiya me dike QSD`ê ye
8 ÇILE, 2020   07:13
TEBQA

Şêxê eşîra Begara Abdulrehîm El-Cedûi di hevdîtinekê bi ajansa me ANHA‘yê behsa banga rejîma Sûriya ya li eşîrên ereban da ku zarokên xwe ji nava QSD‘ê vekişînin û helwesta eşîrên ereban ji vê bangê, her wiha êrişên dagirkeriya Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Derbarê hevdîtinên rejîma Sûriyê bi çend rûspiyên eşîrên ereban re El-Cedûi got: "Civînên wiha biser nakevin ji ber em ê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin."

El-Cedûi îşaret da zanîn ku tevlîbûna zarokên eşrîran a di nava QSD‘ê de roj bi roj zêde dibe û ev tişt anî ziman: "Rojane zarokên me tev li nava Hêzên Sûriye Demokratîk dibin û em jî wekî eşîrên ereban bi zarokên xwe serbilind in ji ber xwedî li fikrê demokratîk derketine."

Abdulrehman El-Cedûi got:"Bila tevahî komploger bizanibin ku hewldana derxistina tevliheviya navbera pêkhateyên Sûriyê yên li Bakur, zehmet e. Em ji kesên ku hewl didin vê yekê bibin re dibêjin, vegerin reqî û rastiyê, baş bifikirin beriya ku me bikin amûrek ji bo pêkanîna plan û ejndeyên xwe."

El-Cedûi piştrast kir, ku zarokên eşîrên ereban îro baş dizanin ku komployên derve û hundirîn hene, lewma biryara xwe standine, ew jî piştgiriya hêzên xwe ye û li dijî terorîstan sekinandine.

‘HERÊM Û PÊKHATEYÊN WÊ ARMANCÊN OSMANIYAN LI SÛRIYÊ BAŞ DIZANIN’

Şêx Abdulrehman El-Cedûi hişyariya ji planên Tirkiyê kir û wiha anî ziman: "Herêm û pêkhateyên wê armancên Osmaniyan li Sûriyê baş dizanin.Osmaniyan tenê xerabî û wêranî li welatê me berbelav kir, kiryarên wê yên li herêmên dagikirî yên Bakur Sûriyê û beriya wê li dijî bavê kalên me di nava 400 salan ji hikûmê Osmanî li herêmê îsbat dibe. Ji ber talankirina xêr û bêran herêmê û tirsandina niştecihan em ji şaristanî û pêşketinan dûr ketin."

Şêxê eşîra Begara Abdulrehman El-Cedûi wiha axaftina xwe dewam kir: "Rûd'anên niha li Sûriyê diqewimin, ji cîhanê re isbata piştgiriya me ji QSD`ê kir, li gel vê yekê em baş dizanin hêzên me parastina herêmê û berjewendiyên me kirin. Ev jî serketina projeya neteweya demokratîk e û xelasiya ji azaran e."

El-Cedûi bal kişand ser hevgiritina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku "Ev keleha parastî û tevna civakî ya hevgirtî  bê guman bi saya QSD`ê misoger bûye, perojeya neteweya demokratîk parastegeha vê kelehê ye ya ku di nav xwe hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suriyan û neteweyên li herêmê digire. "

Têkildarî hevpeymanên navdewletî ku beyî pêkhateyên herêmê tê standin, El-Cedûi got: "Hevpeymanên wiha nûnetiya me nake û em ê tu girîngiyê nadinê, ji ber vê yekê biryar û hevpyemanên navdewletî divê daxwazên me ber çav derbas bikin, an dê wekî civînên komîteya destûrê vala bê encamdan bin.”

Di dawiya axaftina xwe de Abdulrehman El-Cedûi wiha parve kir: "Gelên herêmê baş têgihiştîne û ne wekî demên berê ne, ji ber vê yekê xewn û xeyalên dewletên dagiker vala ne û em ajandeyên derve ser xaka xwe red dikin."

(eh)

ANHA