Li Til Temirê mal bi mal perwerdeya çand û hunerê

Saziya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temir xebatên xwe li dijî êriş û xetereyê, di malên gel de dide meşandin ku her maleke navçeyê ji bo wan bûye qada perwerdeyê.

Li Til Temirê mal bi mal perwerdeya çand û hunerê
Li Til Temirê mal bi mal perwerdeya çand û hunerê
Li Til Temirê mal bi mal perwerdeya çand û hunerê
Li Til Temirê mal bi mal perwerdeya çand û hunerê
8 ÇILE, 2020   06:54
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Her çi qas êriş hebin jî jiyan li navçeya Til Temirê berdewam dike. Saziyên Rêveberiya Xweser ruxmî êrişan xebatên xwe didin meşandin. Li navçeyê li aliyekî êriş û xetere heye, li aliyê din jî berxwedan û perwerde heye. Her malek ji bo endamên çand û hunera Til Temir bûye cihê perwerdeyê. Ji ber êrişên hovane saziya çand û huner ne di meriyêtê de ye lê ev ji bo wan nabe asteng ku li malên şêniyên navçeyê perwerdeyên xwe berdewam dikin.

SAZÎ GIRTÎ NÊ LÊ XEBAT HER DEWAM E

Koma Şoreş ku 8 endaman pêk tê û temênên wan di navbera 18-40 saliyê de ye. Kom 2012’an li navçeya Til Temir hat avakirin ku niha jî ev 8 endam ruxmî girtîbûna saziya wan ji bo çanda xwe ya kevnar berdewam bikin, perwerdeyên stranan û argumanên muzîkê wekî gîtar, tembûr, org, saz dibin. Her wiha Koma Şoreş şêniyên ku derdikevin parastinê de serdana wan dikin û bi stranan morala gel geş dikin û her wiha serdana koçberên di dibistanan de jî dikin.

‘BI ÊRIŞAN RE XEBATÊN ME BERFIREHTIR DIBIN’

Hevserokê Saziya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê û endamê Koma Şoreş; Ciwan Dawûd anî ziman ku her çi qas êriş hebin jî wan xebatên xwe ranewestandine û got: “Di encama êrişan de em bixwazin nexwazin lawazî diket nav karê me. Lê çawa berê jî me li ber xwe dida, niha jî em li ber xwe didin û nahêlin xebatên me navber bikeviyê. Niha çete bi 4 km dûrî me ne û xetere jî li ser me heye. Ev nayê wateya ku dijmin keyfxweş bibe ku em têk birine. Tu carî nikarin me têk bibin û vîna me bişikînin, li dijî wê em xebatên xwe berfirehtir dikin. Em hewl didin çanda hemû pêkhateyên li Til Temirê bi xebatên xwe nîşan bikin. Armanca me ya sereke ji bo morala gelê xwe stranên nû pêşkêş bikin. Ji bo ewlehiyê em nikarin xebatên xwe di navenda xwe de berdewam bikin. Her maleke Til Temirê ji o me bûye navendeke perwerdeyê. Heya ku rihê afirandinê bi me re hebe, nikarin xebatên me rawestînin. Hewldanên me hene ku em perwerdeya çand û hunerê li malan bidin zarokan.

‘BERÊ JÎ MAL QADA PERWERDEYÊ BÛN, NIHA JÎ’

Endama Rêveberiya  Kevana Zêrîn û endama Koma Şoreş Hedla Ebdo diyar kir ku çawa berê civaka me di malan de perwerde û rêxistina xwe çê dikirin niha jî ew heman tiştî dikin û wiha got: “Heger em ji çanda xwe dûr bikevin, wê demê em ê ji axa xwe jî dûr bikevin. Ji bo wê em perwerdeya xwe berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze çanda me qir bike lê em jî tu carî nahêlin ku çanda me tune bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DAxQGA5KOt8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>