Artêşa Tirk bi sedan çeteyên li Girê Spî şandin Lîbyayê

Çavkaniyên herêmî yên Girê Spî ya dagirkirî diyar kirin, ku artêşa Tirk bi sedan çeteyên xwe ji Girê Spî vekişand û şandin Lîbyayê, di heman demê de dest bi girtina ciwanan kir.

Artêşa Tirk bi sedan çeteyên li Girê Spî şandin Lîbyayê
7 ÇILE, 2020   18:05
GIRÊ SPÎ

Çavkaniyan diyar kirin ku arêşta Tirk piştî  ku 2000 dolar mehane ji bo her çeteyekî veqetand, zêdetirî 500 çeteyên li herêmên Girê Spî vekişand û şand Lîbyayê.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Tirkiyê şandine Lîbyayê girêdayî çeteyên Cebhet El-Şamiyê, Cebhet El-Şerqiyê, Sultan Murad û Feyleq El-Mecid in.

Artêşa Tirk da ku hejmara çeteyên li herêmên dagirkirî ferman da çeteyên Cebhet El-Şamiyê ku bigirin ser malên taxa Eyn Erûs a bejahiya Girê Spî û ciwanan bigirin. Ev yek tirs xistiye nava şêniyan.

(eh)

ANHA