Kanadayê jî biryar da ku beşek ji hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Kanadayê jî biryar stand ku beşek ji hêzên xwe yên li Iraqê veguhese Kuwêtê.

Kanadayê jî biryar da ku beşek ji hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
7 ÇILE, 2020   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Erkanê ya Hêzên Parastinê yê Kanadayê Jonathan Vance bibîr xist ku 500 leşkerên kanadî yên ku li Iraqê belav bûne ji ber sedemên ewlehiyê wê bi awayekî demkî ji Kuwêtê re werin veguhestin.

Jonathan Vance di nameyekê de li ser twitterê ji bo malbatên leşkeran re belav kir, got: "Di rojên bê de û di encama plana koalîsyon û NATO`yê de hinek endamên me wê bi awayekî demkî ji Kuwêtê re bêne veguhestin."

Jonathan Vance wiha domand: "Ji bo mîsogerkirina ewlehiya wan em wisa dikin."

Almanya ragihandibû ku ew biryara vekişîna beşek ji hêzên xwe ji Iraqê giriye.

(şx)