Rayedarek di YE‘yê de: Me banga bidawîkirina destwerdana derve li Lîbyayê de kir

Doplomatekî mezin di Yekitiya Ewropayê de got, divê Yekitiya Ewropayê ji bo pêkanîna agirbestê li Lîbyayê bixebite û bang li Tirkiyê kir ku desteka xwe ji hikûmeta El-Serac re rawestîne.

Rayedarek di YE‘yê de: Me banga bidawîkirina destwerdana derve li Lîbyayê de kir
7 ÇILE, 2020   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê siyaseta karên derve di Yekitiya Ewropayê de Joseph Burrell piştî civîna bi wezîrên derve yên Brîtanya, Îtalya, Almanya û Fransayê re ji rojnamevanan re got: "Me banga agirbestê û bidawîkirina destwerdana derve di Lîbyayê de kir.

Burrell got: "Diyar e ev nîşe ji bo biryara Tirkiyê ya destwerdana hêzên wê di Lîbyayê de ye ya ku em wê red dikin."