Fransa hêzên xwe ji Iraqê venakişîne

Çavkaniyek di hikûmeta Fransazyê de ji Reutrsê re diyar kir ku niha planên welatê wî yên kêmkirina hejmara leşkerên xwe li Iraqê nînin.

Fransa hêzên xwe ji Iraqê venakişîne
7 ÇILE, 2020   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Barley li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand "Ji ber rûdanên li Iraqê Fransa parastina 160 leşkerên xwe yên li Iraqê xurt kir."

Florence Barley got, ji ber û heta niha Parîs girîngiyê dide şerê li dijî DAIŞ‘ê ku hewl didin ji nû ve têkevin herêmê û got Fransa bang li Îranê dike ku beşdarî şer nebe û bi tememî li peymana nûklerî vegere.

Girêdayî mijarê AFP‘ê li ser zimanê rayedarekî di NATO‘yê de got: "NAOT‘ê difre hejmarek hêzên xwe bi awayekî demkî ji Iraqê vekişîne."