Hêzên Asayîşê nasnameya şehîdekî xwe ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Mehmûd Hoşeng Mihemed li gundewarê Dêrazorê encama êrişa şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li dijî dewriyeya wan de şehîd bû.

Hêzên Asayîşê nasnameya şehîdekî xwe ragihand
7 ÇILE, 2020   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê) li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 "Endamê Hêzên Asayîşa Ewlehî û Parastina Kerwanên Bazirganiyê heval Mehmûd Hoşeng sibeha roja Yekşemê 5‘ê Çileyê li gundê Ehmer ê girêdayî navçeya Bisêrayê di encama êrişeke terorîast a li djiî dewriyeya wan de şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Mehmûd Mihemed

Navê dayikê: Leyla

Navê bavê: Hoşeng

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Bilbil 7-1-1997‘an

Dîroka tevlêbûnê: 10-1-2018

Cih û dîrokê şehadetê: Gundewarê Dêrazorê 5-1-2020

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Asayîşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê) sersaxî ji xwe û malbata şehîd re dixwazin, bejna xwe li hember lehengiya wan ditewînin. Em soza xwe ya gelê xwe re dûbar dikin ku em li ser soza xwe ya parastina saxlemiya xak û gelê xwe ne."

ANHA