Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê qetilkirina hersê jinên têkoşer li Parîsê Sakine Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kirin.

Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
Li Til Hemîsê bi sedan kes ji bo Sakine, Fîdan û Leyla meşiyan
7 ÇILE, 2020   14:45
QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsî ya herêma Cizîrê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Sakine û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" meşek ji bo şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer Sakine Cansîz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan lidar xist. Bi sedan şênî tev li meşê bûn.

Di meşê wêneyên têkoşer Sakine, Leyla, Fîdan, Hevrîn Xelef, dayika Aqîde, Amara Rênas û Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatin hildan û pankartên "Dagirkerî tundî ye" û" Bi rihê berxwedana Sakine û Hevrînan em ê faşîmz û dagirkeriyê têk bibin" hatin vekirin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Naveçeya Til Hemîsê ber bi Çarxerêya sereke ve destpê kir. Di wê navberê dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re Ocalan" û "Ji dagirkeriya Tirk re na" qîr dikirin.

Meş li Çarxerêya sereke ya naverasta navçeyê rawestiye. Rêvebera Kongreya Star a Til Hemîsê Coza El-Hasûd axivî, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Coza got, "Li dewletekê ku qaşo banga azadî û demokrasiyê dike, li paytexta Frasa Parîsê destê xedirê dirêjî Sakine Cansîz û hevalên wê kir. Sedsala 20‘î bi komployeke navnetewî di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû ku armanc jê bêdengkirina dengê azadî û heqîqetê ye."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî jî got, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke mezin list, di her qadan de bû fermandar û pêşeng, ji ber fikr û felsefeya Rêber Ocalan esas girtiye.

Di dawiyê meşê de dirûşmeyên şermezarkirina qetilkirina hersê jinên têkoşer "Sakine Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez" bi dawî bû.

ANHA