Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Rustem Cûdî oxir kir. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan Bahoz û Sîpan ên ku di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne eşkere kir.

Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Serdemê Rustem Cûdî li Şehbayê hate veşartin
7 ÇILE, 2020   14:57
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG`ê Ceger Şêxo( Rustem Cûdî) ê ku di qonaxa duyamîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdên Serdemê li navçeya Ehrezê veşartin.

Ji aliyekî din ve Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîmê de nasnameya du şehîdan Zuhêr Îbo (Bahoz Efrîn) û Mihemed Hemo (Sîpan Efrîn) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşkere kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso û Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Silêman Cafer axaftin hatin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitî û israra xwe siyastên dagirketiyê têk dibin. Her wiha destnîşan kirin ku bi saya fedekariyên şehîdan wê Efrîn rizgar bibe.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Oso wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd Rustem Cûdî di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xVgRxSYtHvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>