Tunisê daxwaza Erdogan red kir

Şêwirmenda ragihandinê ya serokkomarê Tunisê diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe de daxwaza alîkariya veguhastina lojîstîkê kir, her wiha daxwaz kir ku rê bidin hêzên Tirkiyê ku di Tunisê re derbasî Lîbyayê bibin, lê belê serokê Tunisê ew yek red kir.

Tunisê daxwaza Erdogan red kir
7 ÇILE, 2020   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmenda ragihandinê ya serokkomarê Tunisê Reşîde El-Nîfir ji Skynewsê re got serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz ji serok Qeys Seîd kir ku Tunis ji wan re hevkar be da ku bi rêya Tunisê lojîstîkê derbas bikin û rê bidin hêzên Tirkiyê ku derbasî Lîbyayê bibin.

El-Nîfir got Erdogan daxwaz kir ku xaka Tunisê û qadên asmanî û deryayî bi kar bînin da ku destwerdana leşkerî li welatê cîran bikin. El-Nîfir diyar kir ku serokê Tunisê daxwaza Erdogan red kir.

Erdogan beriya 2 hefteyan serdana Tunisê kiribû.

(jo)