Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin

Komîteya Sotemeniyê bi hevkariya Meclîsa Dirbêsiyê mazot bê pere li malbatên ji Serêkaniyê koçber bûne, belav kir.

Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin
Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin
Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin
Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin
Mazot li koçberên Serêkaniyê hate belavkirin
7 ÇILE, 2020   12:30
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra di 9`ê Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Dewleta Tirk heta niha êrişên xwe li ser navçeyên Til Temir û Zirganê dewam dike.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku 200 lîtreyên mazotê bê pere li her malbateke ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, bê belavkirin. Îro Komîteya Sotemeniyê bi hevkariya Meclîsa Dirbêsiyê dest bi belavkirina mazotê li malbatên ji Serêkaniyê kir. Her wiha ji bo malbatên ku mazot wernegirtine 15 hezar lîreyên Sûriyê hatine dayîn.

Rêveberê Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Dirbêsiyê Siûd Dirbes wiha ji ajansa me re axivî: "Me beriya 3 rojan dest bi belavkirina mazotê li malbatên ji Serêkaniyê yên li navçeya Dirbêsiyê kir. Belavkirin heta niha jî berdewam e."

Koçbera bi navê Macîde Sîdo jî spasiya komîteyê kir û wiha got: "Piştî êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Serêkaniyê, em bi darê zorê û bêyî ku em tiştekî bi xwe re bînin, ji malên xwe derketin. Rêxistinên ku qaşo banga mafên mirovan dikin, alîkariya me nekir. Tenê Rêveberiya Xweser alîkariya me kir."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UBKS_IQkxg4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>