Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin

Şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şêhîd Mehmûd Mihemed li goristana şehîdan a Til Temirê oxir kir.

Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed li Til Temirê hate veşartin
7 ÇILE, 2020   12:47
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mihemed ku li Derazorê di encama êrişeke şaneyên veşartî de şehîd bûbû, li goristana şehîdan a navçeya Til Temirê oxir kir.

Bi sedan kesan cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê wergirt û ber bi goristanê ve çû. Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir.

Piştî torana leşkerî endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yê navçeya Til Temir Selman Nûhê sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê nûjên kir û wiha axivî: “Ji destpêka avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd Mehmûd bê dudilî cihê xwe girt. Em ê heya dawî li ser xeta şehîdan û rêber Apo welatên xwe ji şaneyên veşartî û dagirkeran biparêzin. Em hemû hêza xwe ji şehîdên xwe werdigirin. Çawa şehîd Mehmûd li dijî şaneyên veşartî heya dawî li ber xwe da, em jî li ser şopa wî heya dawiyê bimeşin û li dijî êrîşan her hişyar bin.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Ebdilbaqî Kûtê jî anî ziman ku roniya xwe ji şehîdan digirin û got: “Ne ji berxwedana van lehengan bûya me nikarîbû niha li vir bijî. Ji bo wê jî şehîdên me rêberê me yên manewî ne û ew tu carî namirin.”

Lawê apê şehîd Mehmûd, Hesen Elî jî diyar kir ku ew bi şehadeta şehîd Mehmûd serbilind in.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mehmûd Mihemed hat xwendin û radestî malbatê kirin. Cenazeyê şehîd Mehmûd bi tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6wFTnTmQEGg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>