‛Em ê rêça xwe bi hedefa bilindkirina rola jinan û zanebûna wan bidomînin’

Jinên ku beşdarî civîna salane ya Rêveberiya Jinan a Reqayê bûne, diyar kir ku ew proje û planên xwe berdewam dikin ku rewşa jinan, zanebûna wan û rola wan bi pêş bixin û piştrast kir ku pêwîstî bi yekitiya jinan li hember dagirkerî û qewitandina wê ji xaka Sûriyê heye.

‛Em ê rêça xwe bi hedefa bilindkirina rola jinan û zanebûna wan bidomînin’
7 ÇILE, 2020   11:47
REQA-RUBA EL-ELÎ

Bi dirûşma "Bi rihê jinsn ê neteweyî, dê berxwedana jinên azad bi ser bikeve" Rêveberiya Jinan a Reqayê duh, civîna xwe ya salane ya duyemîn li dar xist. Di vê çarçoveyê de, ajansa ANHA’yê hevpevyîn bi gelek jinên beşdar re çêkir. Jinan da zanîn ku dê asta têkoşîn û xebatê da ku li hember her êrişekê bisekinin, bilind bikin.

Rêvebera Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî wiha got: "Bi rihê jinan ê neteweyî û berxwedana ku şehîdên têkoşer raber kiriye, dê rêç û destkeftiyên xwe bidomînin da ku rola jinan û zanebûna wan bilind bikin."

Zelîxa bal kişand ser ku Rêveberiya Jinan a Reqayê roleke cidî di belavkirina zanebûnê li nava civakê de lîst, da ku zewaca di temenê biçûk de sînordar bike, dan û standina bi hişbirê re têk bibe, bûyera pirbûna jinan û pirsgirêka berdana jinan kêm bike.

Zelîxa Ebdî wiha axivî: "Dê îsal projeyên aborî bi pêş bixin da ku derfeta xebatê ji jinan re pêk bê û rêjeya bêkariyê têk bibin. He wiha jî ew jî bi pêşniyar, nîqaş, bername û planan pêkan e. Li aliyekî din jî dê Rêveberiya Jinan têkoşîn û berxwedana xwe li hember zîhniyeta dewleta Tirk a dagirker û mêrdestiyê bilind bike, da ku xwe bigihîne rizgarkirinê."

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xewla El-Îsa jî wiha da zanîn: "Jinan di 2019’an de, karî dengê xwe bigihîne tevahî rêxistinên navdewletî û civaka hundirîn û kevneşopên eşîrtî şikandin."

Xewla wiha lê zêde kir: "Em ê hêz û vîna xwe ji berxwedana Leyla Guven bigirin. Nameya wê, bersiveke bihêz ji tevahî desthilat û hikumetên faşîst re bû ku dixwestin vîna jina azad têk bibin û şerê hemleya projeya demokratîk bikin da ku fîtneyê di nava gelên bi hesreta azadiyê ne, biafirînin.

Yazî Hiso jî li ser dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina wê ya jinan wiha got: "Ew bi destkeftiyên ku pêk hatine û yên pêk tên re ye. Ji ber dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya demokratîk hedef bigire û şêniyên resen ji malên wan koçber bike."

Yazî piştast kir ku bi rêya vîna jina azad û sekna li hember dagirkeriyê, dê planên dagirkeriyê bi bin kevin û ji xaka Sûriyê bê qewitandin.

Li dawiyê jî, Fatme Îbrahîm bal kişand ser ku bi yekparebûna jinan re dê dagirkerî û êrişên li ser xaka Sûriyê, têk bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KGZaTg8sGxY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>