Di îzdîhama merasîma Suleymanî de 35 kes hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku di merasîma oxirkirina Suleymanî de li bajarê Kerman ê başûrê rojhilatê Îranê, ji ber îzdîhamê 35 kes hatin kuştin û 48 jî birîndar bûn.

Di îzdîhama merasîma Suleymanî de 35 kes hatin kuştin
7 ÇILE, 2020   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî a Îranê ragihand ku di îzdîhama merasîma oxirkirina cenazeyê Qasim Suleymanî de li bajarê Kermanê, 35 kes hatin kuştin.

Suleymanî di êrişa balafirên bêpîlot ên Amerîkayê de li nêzî balafirgeha Bexdayê roja înê hatibû kuştin.

Cenazeyê Suleymanî sêşemê gihîştibû cihê jidayikbûna wî û bi hezaran kes tev li merasîma oxirkirina wî bûn.  Piştî qerebalixa zêde ya di merasîma cenazyê Suleymanî de, çavkaniyên Îranê ragihand ku oxirkirin hatiye taloqkirin.

Kuştina Suleymanî hişt ku gefên Îranê li dijî berjewendiyên Amerîkayê zêde bibin. Her wiha hêzên nêzî Îranê gefa êrişan xwaribû.

(cx)

ANHA