Pasaportên Tirkiyê didin çeteyên ku diçin Lîbyayê

Çavkaniyên ji herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, diyar kir ku dewleta Tirkiye pasaportên Tirkiyê ji bo çeteyên ku dişîne Lîbyayê çêdike.

Pasaportên Tirkiyê didin çeteyên ku diçin Lîbyayê
7 ÇILE, 2020   12:26
REQA

Dewleta Tirk bi hezaran çete şandin Lîbyayê ji bo ku şer bikin, her wiha leşkerên dagirkeriya Tirk şandin welatên erebî.

Çavkaniyên ji herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, ji ANHA`yê re wiha got: "Dagirkeriya Tirk bi rêya dayîna pasaportên Tirkiyê, wan dikişîne gel xwe da ku wan bişîne Lîbyayê."

Her wiha çavkaniyeke ku nexwest nasnameya wî bê eşkerekirin, wiha got: "Hikumeta Tirkiyê bêyî tu astengiyan pasaport dan fermandarên tugayan û di serî de tugayên Tirkmen."

Dewleta Tirk gelek navend vekirin da ku çeteyan ji Sûriyê bişîne Lîbyayê û gelek ji wan li bajarê Efrînê yê dagirkirî, Hemam Tirkmen û Exterîn in.

Çavkaniyan diyar kir ku 8 navend li herêmên Bakurê Sûriyê 8 hene û li gundewarên Helebê, Idlib û Girê Spî ne. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku koma Firqêt El-Hemzat berpirsyariya hemû navendên Tirkiyê dike.

Çavkaniyan ji şahidan ragihand û wiha got: "Tugayên girêdayî Tirkiyê ciwanan teşwîq dikin da ku tev li şerê li Lîbyayê bibin û bi pereyan nêzî hezar û 800 heta 2 hezar dolarên Amerîkî mehane ji her çekdarekî re, wan dixapînin."

(jo)

ANHA