Rêveberiya Xweser: Tirkiyê piştevaniya vegera endamên DAIŞ’ê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser piştrast kir ku piştevaniya dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ’ê re hişt ku endamên DAIŞ`ê yên ku di hemleyên QSD’ê de revîne herêmên dagirkirî, vegerin herêmê û hate gotin ku "Hin navên bibelge ên fermandarên DAIŞ’ê li Serêkaniyê û Girê Spî hene” û banga pêkanîna dadgeheke navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser kir.

Rêveberiya Xweser: Tirkiyê piştevaniya vegera endamên DAIŞ’ê kir
7 ÇILE, 2020   10:18
QAMIŞLO

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîneke çapemeniyê li buroya daîreyê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de, cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îlya wiha got: "Bi ragihandina QSD’ê ya serkeftina li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê û têkbirina qaşo dewleta wê di 23’yê Adara 2019’an de, piştî wê bi 2 rojan (25’ê Adarê) Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand ku tê de bang kir ku pêwîst e dadgeheke navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser li gel dabînkirina mercên guncaw û qanûnî yên temamkirina vê bergiriyê, bê avakirin."

Ebîr da zanîn ku Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku dadgehê ava bikin û alîkariyên qanûnî û lojîstîk pêşkêş bikin. Her wiha jî bang kir ku pêwîst e ev dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin. Ji ber ku sûc li dijî gel û pêkhateyên vê herêmê pêk hatine û her wiha ji ber ku li gel Rêveberiyê, delîl û şahidên ku van sûcdaran şermezar bikin, hene.

Ebîr Îliya di civîna çapemeniyê de wiha got: "Dosyaya zêdetirî 10 hezar DAIŞ`î û bi deh hezaran malbatên wan ku ji 50 welatan in, dosyayeke pir xeternak e û barekî giran e. Pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ya mezin heye, ji ber dosyayeke girêdayî cîhanê ye, ji ber gefên DAIŞ`ê yên li ser hemû cîhanê û mirovahiyê heye. Lê kes di vê çarçoveyê de bersivê nade. Her wiha şermezarkirina li ser hemû girtiyên li cem Rêveberiya Xweser hene, em careke din tekez dikin ku ev dosya divê bê çareserkirin bi rêya navneteweyî ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan bê avakirin."

‘TIRKIYÊ BI RÊYA ÊRIŞÊN XWE, RÊYEKE EWLE JI DAIŞ`Ê RE VEKIR’

Her wiha Ebîr Îliya wiha destnîşan kir: "Bi êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên me re, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê çalak bûn, her wiha rêyeke ewle ji DAIŞ`ê re vekir ku biçin herêmên ku Tirkiyê dagir kirine. Navên fermandarên DAIŞ`ê ku niha li Serêkaniyê û Girê Spî ne, hene. Ev pêşketinên xeternak in ku rê ji vegera DAIŞ`ê re vedikin. Tevî derfetên biçûk me dikaribû parastina ewlehiya zindanên li herêmên xwe bikin, tevî hewldanên revê piştî êrişên Tirkiyê. Ji ber vê yekê divê roleke navneteweyî di vê çarçoveyê de hebe, bi taybet di mijarên ewlehiyê, binesaziya taybet bi zindanên ji terorîstan re, ji ber vê em dibînin ku tedbîrên dadgeha navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser divê ku pêk were, divê bi hevkariya navneteweyî di vê dosyayê de hebe, ji ber ku berpirsyariya tevahiya cîhanê ye."

(fr-jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/277eUAarnnU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>