Rejîm amadekariya operasyonekê li gundewarên Helebê dike

Li “herêmên bêçek” bêdengiyeke demkî heye. Çavkaniyan ragihand ku hêzên rejîmê behsa operasyoneke leşkerî ya nêz li gundewarên başûrê Helebê dikin û hêza xwe li wir xurt dikin.

Rejîm amadekariya operasyonekê li gundewarên Helebê dike
7 ÇILE, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê vê sibehê bajarê Meret El-Nûman û derdorê wê topbaran kirin. Li “herêmên bêçek” jî bêdengiyeke demkî heye û balafirên rejîm û Rûsyayê li asîmanê herêmê diyar nakin.

SOHR`ê her wiha ragihand ku hêzên rejîmê şandina hêzê ji bo gundewarên Helebê dewam dike û behsa operasyoneke leşkerî ku tê payîn di çend saet an jî rojên bê de dest pê bike, dike.

Rojnameya El-Weten a girêdayî rejîmê jî wiha got: "Ji bo operasyoneke muhtemel li gundewarên Helebê ji bo ewlekirina bajêr, her wiha destpêkirina operasyonên nû ji bo kontrolkirina çatrêyên rêya navdewletî ya Heleb-Hemayê armanc dike, hêzên rejîmê şandina hêzê ji bo wê deverê dewam dike."

Rojnameyê li gorî çavkaniyeke ji gundewarên başûrê Helebê yê girêdayî rejîmê diyar kir ku hêza ku rejîmê şandiye eniyên rojavayê Helebê ji panzer, tank û leşkeran pêk tê. Her wiha ragihand ku artêşa Sûriyê ji bo ku eniyeke şer a din li hemberî rêya Heleb-Hemayê veke, nuqteyên xwe li derdorê bajarokên El-Hadir û Xelsa yên gundewarên başûrê Helebê, xurt kir.

Piştî civîna Moskovê ku di navbera şandeyên girêdayî Rûsya, Tirkiye û rejîmê de pêk hat, li eniyên Idlibê bêdengiyeke demkî heye. Di demekê de ku çavdêr dibînin ku Tirkiyê hewl da ku daxwazên xwe baş bike. Rejîm jî rewşa hewayê ya nebaş sedema vê bêdengiyê dibîne.

Sibê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo nîqaşkirina rewşa Idlib û Lîbyayê, dicivin. Dezgehên çapemeniyê jî dibêjin ku Erdogan dê agirbesteke din li Idlibê bixwaze.

(cx)