Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê di nava salekê de projeya ronîkirinê, beşek mezin ji pirsgirêkên kanalîzasyon û avê çareser kir.

Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
Xebatên Şaredariya Şehbayê yên 2019‘an
7 ÇILE, 2020   08:14
ŞEHBA

Di Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê de 20 karkerên paqijkirinê hene ku li 14 gundên girêdayê navçeya Fafînê dixebitin û ji bilî rêveberan 97 kermend hene.

Şaredariyê ji ber dorpêça li ser kantona hatiye ferzkirin di peydakirina gelek pêdiviyan de zehmetiyan dikşîne.

Şaredariyê xizmetê pêşkêşî navenda navçeya Fafînê û 14 gundên girêdayî wê dike. Di sala borî de şaredariy kehrebe gihand 14 gundan û li her gundekî cenatorek danî.

Li gel projeya kehrebê du projeyên kanalîzasyonê pêk anîn. Her wiha ji bo peydakirina avê 5 bîr kolandin û ji bo her gundekî du terektor danîn da ku pêwîstiyan şêniyan bi cih bînin.

Hevseroka Şaredariya Şehba ya li navçeya Fafînê Selwa Mihemed têkildarî xebatên şaredariyê yên sala 2019‘an got: "Destpêkê me gelek zehmetî kişandin ji ber ku binsaziya herêmê ji ber bermahiyên terorîstan wêran bibû, xebatên me bi sererastkirinê destpê kir. Me hemû bermahî rakirin, xetên kanalîzasyonê çêkirin û gelek ragar paqij kirin. Xebatên me bi hevkariya welatiyan bi rêve çû. 7 sal piştî şer binsaziya herêmê baş bû."

Selwa anî ziman ku şaredarî pêwîstiyên 14 gundan, ji cenator, ava, mazot û paqijkirin bi cih tîne, li her gundekî cenatorek heye, di bin rêveberiya "karmen û mekanîzyenekî de ne.

Sewla destnîşan kir ku beriya zivistanî piraniya rêyên bi zirar hatin sererastkirin û bi bîr xistin ku kantona Şehbayê dorpêçkiriye şaredarî bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xbvGZfb7ET8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>