Koçberên Idlibî yên li Reqayê  bang li şêniyên Idlibê kirin ku jiyana xwe biparêzin

Koçberên ji bajarê Idlibê yên ku gihaştin bajarê Reqayê anku kampa Ebû Qibê wiha qala Idlibê kirin: “Idlib wêrankirî ye. Lewma me berê xwe da herêmên Sûriyê yên bi ewle. Em bang li şêniyên li Idlibê mane dikin ku jiyana xwe biparêzin.”

Koçberên Idlibî yên li Reqayê  bang li şêniyên Idlibê kirin ku jiyana xwe biparêzin
Koçberên Idlibî yên li Reqayê  bang li şêniyên Idlibê kirin ku jiyana xwe biparêzin
Koçberên Idlibî yên li Reqayê  bang li şêniyên Idlibê kirin ku jiyana xwe biparêzin
Koçberên Idlibî yên li Reqayê  bang li şêniyên Idlibê kirin ku jiyana xwe biparêzin
7 ÇILE, 2020   06:42
REQA-XALID CUMA-HEMED MISTEFA

Ji beriya çend  heftiyan rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsya bajarê Idlibê topbaran dikin û di  encamê de bi hezaran malbatên bajar berê xwe dan herêmên bi ewle. Ji ber vê yekê bi dehan malbatên ji Idlibê berê xwe dan bajarê Reqa anku kampa Ebû Qibê yê başûrê rojavayê bajarê Reqayê.

Ajansa me hevdîtin bi koçberan re kir û spasiya QSD`ê kirin ku pêşwaziya wan kir û ji bo hatina wan bûn alîkar.Her wiha koçberan mixabiniya xwe derbarê rewşa Idlibê anîn ziman û wiha gotin: “Idlib bi hinceta em terorîst in kirin xwelî, lewma me berê xwe da herêmên QSD`ê.”

Ilham Derwîş (38) ji Çiyayê Zawiyê yê bejahiya Idlibê ye û diya 6 zarokan ne. Ilham wiha got: “Heger  em li malên xwe mabana em ê perîşan bibana. Lewma em ji malên xwe derketin, li gel vê  yekê balafiran bi roj û şev bajarê me topbaran dikirin.”

Têkildarî banga fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, Ilham Derwîş wiha anî ziman: “Vexwendina Mezlûm Abdî jiyana me û malbatên me misoger kir. Lewma şêniyên Idlibê bi mirovên xwe yên li Reqayê axivîn û berê xwe dan kampa Ebû Qibê.”

Tê zanîn kampa Ebû Qibê dikeve başûrê rojavayê bajarê Reqayê û girêdayî herêma Kesrat e, li gel vê yekê 1500 koçberên ji Idlibê yên ku piştî bajarê Reqayê ji terorîstan rizgar kirin, pêşwazî kirin.

Her wiha koçberê bi navê Yusif Şirî got ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beramberî herêmên din bi ewle ne.

Li gel vê yekê Mihemed Hesen(61)bang li şêniyên Idlibê kir ku ji Idlibê derkevin û jiyana xwe biparêzin.

Hêjayî gotinê ku Idlib û bejahiya wê rastî topbaranek dijwar tê û di encamê de 235 hezar sivîl koçber bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oixiK-SvbKc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>