KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin

Komîteya Perwerda û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPCD) 15 hezar û 500 xwendekar li ser 8 dibistanên taxên  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê belav  kirin. Ji ber hejmara xwendekaran zêde ye û hem jî dibistan kêm in û xwendekar ji mafên xwendinê bê par nemînin, li ser du danan dewama dikin.

KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
KPCD a Şaxê Helebê 15 hezar û 500 xwendekar pêşwazî kirin
7 ÇILE, 2020   06:15
HELEB-SOLÎN REŞÎD

Di 2013`an  û 2016`an de taxên bajarê Helebê bi şer re rû bi rû man û komên çeteyan ên artêşa Tirk dibistan dikirin armanc.

Li ser vî esasî dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her sal bi hezaran xwendekar pêşwazî dikin.

Lê hîn jî şopên şer heye û bandora wê li ser zarokan û ciwanan heye, isbata vê jî 6 dibistan hetina wêrankirin. Ji wan dibistana Helîma Sediyê, Mubîba Şêxbender ku dikeve rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê, dibistana Hemdî Muzin, Zekeriya Xebaş, Sozan Xalî û Selahedîn a taxa rojhilat in.

Li ser vî esasî di sala 2019`an Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk 15 hezar û 500 xwendekar li 8 dibistanan belav kir.Tê zanîn ku 3 dibistanên seretayî li taxa Şêxmeqsûdê hene, her wiha dibistanek navîn û dibistana amadehî ya tevlihev heye. Di gel vê yekê dibistana qonaxa seretayî û navîn heye.Li taxa Eşrefiyê jî dibistana qonaxa seretayî û dibistana hem qonaxa seretayî û navîn hene.

Serjimariya tevahiya dibistanan hejmara xwendekaran gihaşt 7 hezar û 500 xwendekarî û piraniya wan jî ji herêmên şer lê rû daye hatin, anku herêmên wekî Idlib, Efrîn û parêzerên Sûriyê.

Lê tevî vê yekê jî ji ber hejmara xwendekan zêde ye, 4 xwendekar di daniştekekê de rûdinên û hin jî li ser kursiyan rûdinên.

Li ser vî esasî serjimariya rêveberiya dibistanan diyar kir ku hejmara xwendekaran di her refekî de ji 55`an heta 70 xwendekarekî ye, lê rewşa yesayî gerek ji 30 heta 35 xwendekarî ba.

Endama pêkhateya li dibistanê mamoste Hêvîn Abdo wiha anî ziman, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk derfetên xwendinê ji xwendekaran re peyda dike. Hevîn got: “Her wiha em hewl didin sûdê ji dibistanan werbigirin.Li ser vî esasî hejmara xwendekaran zêde bû û me li ser du danan wan perwerde kir. Hin dibistan xwendekarên qonaxa navîn danê sibeha dewam dikin û hin jî xwendekarên qonaxa seretayî danê êvarî dewam dikin.”

Têkildarî xerabkirina dibistanan Hêvîn Abdo wiha anî ziman, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk dibistan sererast kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zVovSi4w-3A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>