Amerîkayê hêzên xwe ji Iraqê vedikşîne

Amerîkayê Iraq agahdar kiriye ku wê amadekariyên bo vekişandina hêzên xwe ji wî welatî daye destpêkirin.

Amerîkayê hêzên xwe ji Iraqê vedikşîne
6 ÇILE, 2020   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya di AFP‘ê de hatiye parvekirin Amerîkayê bi awayekî fermî Iraq agahdar kiriye ku wê amadekariyên vekêşandina hêzên xwe yên li wî welatî daye destpêkirin.

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê Wiliam H. Seely bi rêya nameyekê fermî diyar kir ku di çend rojên bê de prosesa vekîşandina hêzên Koalîsyona Navnetewî ji Iraqê bicih bikin.

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê got ku ji bo amadekariyan hatûçûna helîkopterên wan dê li asmanê navçeya Kesk a Bexdayê zêde bibe.