​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Eyn Îsa û Girê Spî dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê û Girê Spî dikin.

​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Eyn Îsa û Girê Spî dikin
6 ÇILE, 2020   21:01
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Ebû Zuhur gundê Erîda yê bakurê rojavayê Eyn Îsayê gulebaran dikin.

Li aliyekî din balafirên keşfê li ser gundên Xalidiyê û Hoşanê digerin.

Di heman demê de leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî gundê Elo yê mezin û Elo yê biçûk ên Girê Spî dikin û sawama Qizelî û gundê Şorbenîsk ên Girê Spî bi obûsan topbaran dikin.

ANHA