Koşka Spî: Trump amade ye peymaneke nû bi Îran re nîqaş bike

Şêwirmenda Koşka Spî Killian Conway eşkere kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump hîn jî amade ye peyamaneke nû der barê bernameya nûkleerî  debi Îranê re nîqaş bike.

Koşka Spî: Trump amade ye peymaneke nû bi Îran re nîqaş bike
6 ÇILE, 2020   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Conway got,"Trump ragihand ku ew ji hevdîtinê re vekiriy, heger Îran wekî dewleteke xwezayî nêzîk bibe, helbet û bêguman ew ê mûzakereyan bike."

Tehran roja Şemiyê anku piştî qetilkirina fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê ragihandibû ku ew ê dest ji hemû erêkên xwe yên di çarçoveya peymanên nûkleerî  de yên di navbera Îran û dewletên din re berde.