Serokê berê yê îstîxbarata Lîbyayê rola El-Sîrac û Îxwanan li Lîbya û herêmê eşkere kir

Serokê Saziya Ewlehiya Derve ya Îstîxbarata Lîbyayê ya serdema Muemer Qedafî, Ebû Zeyd Dorda îşaret pê kir ku Fayiz El-Sîrac tişta ku Erdogan jê dixwaze pêk tîne û li aliyekî din jî eşkere kir ku bavê El-Sîrac bi eslê xwe Tirk e.

Serokê berê yê îstîxbarata Lîbyayê rola El-Sîrac û Îxwanan li Lîbya û herêmê eşkere kir
6 ÇILE, 2020   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Ebû Zeyd Dorda li gel televîzyonekê wiha daxuyand: "Bavê El-Sîrac bi eslê xwe Tirk e û nasnavê wî "Axa" ye û ne El-Sîrac e. Lê belê Fayiz El-Sîrac vê nasnavê li Lîbyayê bi kar nayne."

Ebû Zeyd Dorda got êdî dewleta Tirk bûye cihê kombûna endamên Îxwan El-Muslimîn ku ji her derê direvin. Her wiha îxwanên Misrê piştî şoreşa gelê Misrê, hin îxwanên Lîbya û komên çekdar ên Lîbyayê, revîn dewleta Tirkiyê.

Dorda anî ziman ku Xalid Şerîf fermandarekî koma çekdar ê Lîbyayê û wekîlê Wezareta Parastinê ya berê ye ku hin serokên bankên girtî vexwend da ku şantaj bike û wiha pirs kir: "Çima hesabên bankê yên Xalid Şerîf li dewleta Tirkiyê hene?"

Dorda wiha piştrast kir: "Ragihandina El-Sîrac a kirîna alavên leşkerî ji Enqereyê, tenê ji bo nixumandina vegerandina pereyan a ji dewleta Tirkiyê re ye. Rûdanên ku niha li Lîbyayê pêk tên, ne li ser nakokiya hundirîn a desthilat an jî pereyan in."

Dorda bang li tevahî gelê Lîbyayê kir ku pêwîstî bi hevgirtina li hember xetereya tirkî û têkbirina bermahiyên wê yên li Lîbyayê heye.

Li aliyekî din jî Dorda nameyek ji tevahî lîbyayiyan re rê kir û wiha tê de got: "Ji tevahî lîbyayên welatparêz re: Li hember kesên dijminatiya Lîbyayê dikin, li gel artêşa xwe bin. Welat bi angaşt û hêviyan pêk nayê, lê belê bi artêşa xwe re bin, dê Xwedê bi we re be."

Ebû Zeyd Dorda wiha di berdewama axaftina xwe de da zanîn: "Fermandarên Îxwan El-Muslimîn ên ji Mesrata û bi eslê xwe mesratayî ne, yên herî derewîn in."

Dorda daxwaz ji parlamentoya Lîbyayê kir ku balyozên Tirkiyê û Qeterê ji Lîbyayê biqewitîne û wiha pê de çû: "Bang li parlamentoya rewa dikim ku pişta xwe bidin aleke demkî ya dewletî ku rengê wê spî û naverasta wê Umer El-Muxtar e, heta ku tevahî welatiyên Lîbyayê li ser destûr û alekê li hev dikin."

Dorda îşaret bi daxuyaniyên wezîrê hundirîn ê hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa kir ku daxuyaniyên wî destnîşan dikin ku dewleta Tirk û rêxistina Îxwan karekî ji bo Misrê dikin, nexasim jî dema ku di daxuyaniyên xwe yên berê de wiha gotine: "Dê sal bê li bajarê Cexbob bi têkbirina hêzên artêşa Lîbyayê şahiyekê li dar bixin."

Dorda anî ziman ku hilbijartina vî bajarî yê ku li ser sînorê Misrê ye ji bilî tu bajarên dîtir, tê destnîşankirin ku dê plana din Misr e, her wiha jî dê mijar Tunis û Cezaîr jî be ku ew jî di nava heman planê de ne.

Ebû Zeyd Dorda dema ku di girtîgeha El-Hedba de tevî serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac girtîbû di navbera wan de nîqaş pêk hat û ji wê nîqaşê ev encam derxist: "Ev zilam, tişta li dorhêla wê diqewime nizane, tenê tişta ku jê re li ser telefonê tê, pêk tîne."

Ebû Zeyd Dorda axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hebûna El-Sîrac û yên pê re mîna Îxwan El-Muslimîn ên ku bank û malên giştî talan kirine û dizîne, piştre rêkirine Tirkiyê û welatiyên Lîbyayê xizan kirine, tê wateya wêrankirina Lîbyayê.”

(fr)