Berlîn: Biryara Îranê ya derxistina ûranyumê dê bibe sedema bidawîbûna girêbesta nukleerê

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Haikou Mas got "Ragihandina Îranê ya ku dê dev ji qeydên li ser derxistina ûranyumê berde, dibe ku bibe pêngava yekemîn a bidawîkirina peymana nukleerê ya ku 6 dewletan di 2015’an li ser îmze kiriye."

Berlîn: Biryara Îranê ya derxistina ûranyumê dê bibe sedema bidawîbûna girêbesta nukleerê
6 ÇILE, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Haikou Mas ji radyoya Deutschlandbank re wiha daxuyand: "Dê bi Îranê re careke din nîqaş bikin û tişta hatiye ragihandin, ne li gorî peymanê ye. Dê rayedarên Almanya, Fransa û Brîtanyayê li ser rewşê duşemê nîqaş bikin."

Mas wiha berdewam kir: "Dê rewş êdî ne hêsan be. Dibe ku ev pêngav a yekemîn a bidawîkirina vê peymanê be û her wiha dê bibe zirara mezin. Ji lew re dê vê mijarê bi berpirsyariyeke mezin lêkolîn bikin."

Li aliyekî din jî, duh Îranê pêngava 5’an a di çarçoveya siyaseta kêmkirina pêkanîna xwe ya girêdayî peymana nukleerê de, eşkere kir û got ew di bernameya xwe de bi tu qeydan ve ne girêdayî ye. Lê li aliyekî din, Parîs, London û Berlînê banga rêzgirtinê li hember peymana 2015’an kir.

Hikumeta Îranê bi daxuyaniyekê îşaret pê kir ku dê bernameya xwe ya nukleerê dê bidomîne û tu qeydên der barê derxistina ûranyumê de pêk nayne. Lê Fransa, Brîtanya û Almanya bang li Îranê kir ku tu tevgerên tundiyê pêk neyne û hişyarî li ser rêzgirtina pêkanînên wê ya li hember peymana nukleerê ya bi hêzên cîhanê re di 2015’an de îmze kiriye, kir.

Biryara Îranê, piştî çend rojan ji kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî ya bi derbeya Amerîkayê ya li nêzî balafirgeha Bexdayê pêk hat.

(fr)