QSD`ê bîlançoya 2-5’ê Çileyê eşkere kir

​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên rojên 2-5’ê Çileyê ji şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD`ê bîlançoya 2-5’ê Çileyê eşkere kir
6 ÇILE, 2020   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên rojên 2-5 ên meha Çileyê ji şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete li herêmên Til Temir û Eyn Îsa bi çekên giran û obusan qadên ku sivîl lê dijîn, bi dijwarî topbaran kirin.

TIL TEMIR

Komên çete li gundên Raşidiyê, Bab û derdorê vê herêmê hedef girtin û bi awayekî dijwar topbaran kirin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker bi çekên giran, hewan û obusan gundên Um Hiwêş, Kor Hesen, Xirbit Beqar, El-Dibis, El-Xaldiyê û xwaringeha Seqir a nêzî gundê Xaldiyê bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha komên çeteyan hewl da di bejahiyê re êrîş bibin ser baregehên hêzên artêşa Sûriyê. Di encama êriş û topbaranê de ziyanên madî gihîştin niştecihên herêmê.

HEWLDANA ÊRIŞA LI SER HÊZÊN SÎNOR HAT ASTENGKIRIN

Hêzên Erka Xweparastinê hewldaneke êrîşa roketan a şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê têk birin. Êrişa çeteyên ku amadekarî dikirin bi hejmareke zêde roket û mayin êrîşeke mezin bibin ser baregeh û çeperên Erka Xweparastinê û hêzên sînor ên li Dêrezorê, bi saya operasyoneke taybet a Hêzên Erka Xweparastinê hate astengkirin. Di encama operasyonê de hejmareke zêde roket û cureyên din ên teqemenî bi dest ketin.”