‘Her ku em serkeftinan bi dest dixin, Tirkiye zextê li Rêbertî dike’

Şêniyên Helebê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin: “Her ku em serkeftinan bi dest dixin, Tirkiye zextê li Rêbertî dike.”

‘Her ku em serkeftinan bi dest dixin, Tirkiye zextê li Rêbertî dike’
6 ÇILE, 2020   07:33
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED

Dewleta dagirker a Tirk li dijî rêber Ocalan tecrîdê berdewam dike. Her wiha ji 21`ê Cotmehê de cezayên dispilînê li ser rêbertî û 3 girtiyên din birîne.Tevî parêzeran gilîname pêşkêşî dozgeriyê kirine lê dîsa hate redkirin.

Di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi şêniyên Helebê re çêkir.Şêniyên Helebê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Rêbertî şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin, ku li dijî binpêkirinên artêşa Tirk bisekinin.

Welatiyê bi navê Hemîd Mistefa got: “Ocalan banga yekîtiyê û mirovahiyê dike. Ji  bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan têkoşînê dike. Li ser vî esasî em bang li cîhanê û gelan  kikin ku azadiya Ocalan bixwazin. Gelo ka wîjdanê cîhanê? Em şer naxwazin, em gelekî aştîxwaz in û banga heqiyê  dikin, lewma bindestiya gel û Rêberê xwe red dikin.”

Wêlatiyê bi navê Remzî Bekir jî axivî û got: “Em tecrîda li ser Ocalan û her 3 hevalên wî şermezar dikin û em wekî gelên Kurd bang li aliyên peywendîdar dikin ku zextê li ser dewleta Tirk bikin. Tenê Ocalan banga mafên pêkhateyan kir û cudabûn nexist nava pêkhateyan de. Lewma em ê bi hêza felsefeya Ocalan banga demokratîbûnê bikin.”

Her wiha welatiya bi navê Zûleyxa Hemûd  jî wiha axivî: “Em jî tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û em ê heta rakirina tecrîda li qadan bin. Her ku em pêş de biçin, em ê serkeftinan bi dest bixînin û ew ê Tirkiyê jî zextê li Rêber Ocalan bike. Ev jî isbata xof û tirsa Tirkiyê ji felsefeya Ocalan e.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/twIpIXX3RJY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>