Çeteyên artêşa Tirk mala wî talan kir û mala biraziyê wî jî şewitand

Çeteyên Erdogan mala welatiyê bi navê Hemîd Sîno ya li Serêkaniyê talan kir û dîmenên vê yekê jî li cem wî hene. Her wiha0 çeteyan mala kurê birayê wî şewitand.

Çeteyên artêşa Tirk mala wî talan kir û mala biraziyê wî jî şewitand
Çeteyên artêşa Tirk mala wî talan kir û mala biraziyê wî jî şewitand
6 ÇILE, 2020   07:45
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker  de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberan 64 navend li bajarê Hesekê amade kirin û Kampa Waşokanî ava kir.

Çîrokên koçberiyê yên şêniyan cuda ne. Gelek ji wan rastî tundiya çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ hatin. Li gorî şahidên ji şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji warên xwe koçber bûne, çeteyan bi sedan malên sivîlan talan kirine û şewitandine.

Apê Hemîd Sîno ji bajarê Serêkaniyê koçber bûye û di navendekê de li bajarê Hesekê dimîne. Apê Hemîd dibêje: "Ji ber topbarana Tirkiyê û çeteyên wê em saet 4:00`an berbanga sibê ji mala xwe derketin. Dagirkeriyê sivîl, leşker û tevahiya saziyên xizmetguzariyê mîna stasyona kehrebeyê û ya avê kirin hedef."

Koçberên Serêkaniyê piştî topbaranê berê xwe da herêmên di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de. Piraniya wan li bajarê Hesekê û Qamişlo bi cih bûn. Apê Hemîd wiha çîroka xwe didomîne: "Destpêkê em çûn bajarê Qamişlo. Em çend roj li cem xizmên xwe man. Piştre tevî malbata xwe ya ku ji 4 endaman pêk tê, em hatin navendên ku Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê amade kirine."

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kir, milkên sivîlan talan kirin, bi dehan malên sivîlan bi hincetên nerast şewitandin, tenê ji bo ku şêniyan bitirsînin.

Çeteyan mala apê Hemîd mîna gelek malen din talan kir. Li cem wî jî delîla wê heye. Şêniyek ji bajêr jê re dîmenên wê bûyerê şandine. Her wiha li cem apê Hemîd dîmeneke din jî heye. Tê de diyar dibe ku çete mala kurê birayê wî dişewitînin.

Apê Hemîd destnîşan kir ku rewşa wan di navendê de ne baş e. Ji ber ku sar e û li cem wan betanî û amûrên germkirinê tune ne. Li gel alîkariyên hindik ên ku rêxistinên herêmî pêşkêş dikin.

Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên domdar de 478 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hezar û 70 sivîlên din birîndar bûn.

(şx)

ANHA