​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê

Koma Siya Jîn a girêdayî Çand û Hunera Demokratîk yekemîn koma stranan li bajarê Helebê tê hesibandin. Ew di Adara bê de amadekariya stranek xwe ya taybet dike.

​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
​​​​​​​Koma Siya Jîn… yekemîn koma stranan li Helebê
6 ÇILE, 2020   07:18
HELEB-TÛLÎN HESEN

Komîteya Jin a navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê koma stranan a ku ji 8 jinên ciwan pêk tê ava kir. Temenên wan 16 salî ne.

Endamên komê heftê rojekê roja Şemiyê li navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê perwerdeyên xwe dibînin. Di nav wan de 5 jinên ciwan stranan vedibêjin û 3 li amûrên muzîkê mîna biziq û def didin.

Endamên komê heya Adar bê amadekariyên stranek taybet bi xwe dikin. Girêdayî mijarê endama rêveber a komê Fatme Ebdo got: "Di komê de em li ser 5 stranan perwerdeyên xwe dibînin. Stranek li ser şehîd Denîz a ku li Helebê şehîd bûye, stranên din stranên Koma Awaza Çiya ne. Em niha amadekariya stranek taybet bi komê dikin."

Fatme wiha domand: "Em ê hewl bidin stranên taybet bi xwe binivîsin, gotin û awaz a me bin."

Di dawiyê de Fatme teqez kir ku deriyê komê li pêşiya her jinek ciwan a xwedî behre vekiriye. Çi ji aliyê stran an jî lêdan.

Ji aliyê xwe ve endama komê Yesmîn Koşan got: “Em bi rêya komên xwe û yên din ên jinan dixebitin da tu Kevana Zêrîn li Helebê ava bikin û ev wekî gava yekemîn e."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1Rwi8MKJHUo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>