Perlamantoya Iraqê biryara bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li welêt nîqaş kir

Îro parlementerên Iraqê biryara perlamantoyê ya girêdayî bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li welêt xistin dengdayînê. Perlamantoya Iraqê 5 bend nîqaş kirin û xiste dengdayînê.  Yek ji wan jî betalkirina daxwaza alîkariyê ji Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ`ê re, bû.

Perlamantoya Iraqê biryara bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li welêt nîqaş kir
5 ÇILE, 2020   16:04
NAVNEDA NÛÇEYAN

Perlamanteran biryara perlamantoyê ya girêdayî bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li welêt xistin dengdayînê. Jê qedexekirina bikaranîna asîmana Iraqê sedem çi dibe bila bibe. Tevî sînordarkirina çek di destê dewletê de.

Perlamanteran biryara neçarkirina hikumetê da ku bi rêya Wezareta Derve li cem Konseya Ewelhiyê li dijî NY`ê doz veke.

Perlamantoya Iraqî bi serokatiya serokê perlamantoyê Mihemed El-Helbûsî û beşdarbûna serokwezîran Adil Ebdilmehdî civînek istisna li dar xist.

(şx)