Nesrallah: Kuştina Suleymanî destpêka pêvajoyek nû ye

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesirallah got: “Bi kuştina fermandarê leşkerî ya îranî Qasim Suleymanî di dîroka Rojhilata Navîn  de pêvajoyek nû destpê dike.”

Nesrallah: Kuştina Suleymanî destpêka pêvajoyek nû ye
5 ÇILE, 2020   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesirallah di destpêka merasîma bîranîna Suleymanî ya li taxa Başûr a Beyrûtê de axivî.

Ji bo dîroka kuştina Sulemanî,  Nesrallah got: "Dîrokek ciyawaz di navbera du pêvajoyan de ye. Ew destpêka pêvajo û dîrokek nû ye. Ne tenê ji Îranê yan jî Iraqê re, ji tevahiya herêmê re."

Buroya siyasî ya Hizbullah ya iraqî vê sibehê endamên perlamantoyê hişyar kir û got: "Hêzên kurdî mayîna hêzên amerîkî li Iraqê ji bo hêviyên xwe di parçebûnê de tercîh dikin." Parlamantoya iraqî ji bo nirxandina hebûna amerêkî li Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê îro civînek li dar xist.

Tugeyên Hizbullah hêzên ewlekariya iraqî hişyar kir ku ji bargehên amerîkî ji roja Yekşemê ve dûr bikevin. Suleymanî di bombebarana balafirên Amerîkayê de kerwana wî roja Înê hate kuştin.

(şx)