Wezareta Derve ya Misrê hişyarî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya Perlamantoya Misrê hişyarî ji şandina Tirkiyê hêzên leşkerî ji Lîbyayê re da û got: “Biryara Tirkiyê wek hewldaneka ji bo ku hegemoniya xwe li ser axa Lîbyayê ferz bike, ye.”

Wezareta Derve ya Misrê hişyarî da
5 ÇILE, 2020   16:08

Komîteya Têkiliyên Derve ya Perlamantoya Misrê di daxuyaniya xwe de got: "Mudexeleya leşkerî ya biyanî di welatek Erebî de pêşketinek xeter e. Ewlehiya neteweyî ya Erebî bi giştî û Misrê bi taybet tehdîd dike. Ji ber wê divê kar were kirin da ku berjewendiyên erebî ji van gefan werin parastin."

Komîteyê bang kir ku pêwîste civaka navneteweyî berpirsiyên xwe li hember van pêşketinan bîne cih. Nearamiya heyî wê li tevahiya herêmê belav bibe bi taybet li Rojhilata Navîn.

Her wiha komîteyê biryarên Perlamantoya Lîbyayê yên ku mudexeleya biyanî di Lîbyayê de û lihevkirina Erdogan û El-Serac red dikin silav kirin.

Di demek berê de Sûidî Arabistan ragihand ku ew mudexeleya Tirkiyê di karûbarên Lîbyayê de red kiribû û şermezar kiribû. Her wiha erêkirina perlamantoya Tirkî mûzekereya şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re şermezar kir.

Hişyariya komîteyê piştî erêkirina Perlamantoya Tirkî mûzekereya Erdogan ji bo şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re ji bo piştgiriya hikumeta El-Serac tên.

Navenda Çavdêriya Mafên MIrovan a Sûriyê di demek berê de şandina Tirkiyê çeteyên sûrî ji lîbyayê re belge kiribû.

(şx)