QSD’ê 34 girtî serbest berdan

QSD’ê îro 34 girtiyên ku destê wan di sûcên li dijî gelê Sûriyê de tune ne, serbest berdan û diyar kir ku ev bergirî bi hedefa sererastkirina jiyana wan e.

QSD’ê 34 girtî serbest berdan
QSD’ê 34 girtî serbest berdan
QSD’ê 34 girtî serbest berdan
QSD’ê 34 girtî serbest berdan
QSD’ê 34 girtî serbest berdan
QSD’ê 34 girtî serbest berdan
5 ÇILE, 2020   13:33
HESEKÊ

Îro 34 kesên ku berê li ser paşxaneya hevkarî û têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re hatibûn girtin, hatin berdan. Her wiha di merasîma serbestberdanê de, rûspî û şêxên eşîrên herêma Hesekê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Muawiniya Mela Ehmed, nûnerên saziyên sivîl û Komîteya Têkiliyan a QSD’ê ya Hesekê amade bûn.

Bi navbeynkarî û kefaleta rûspî û şêxên eşîran û bi însiyatifa QSD’ê girtî hatin berdan.

QSD’ê beriya demekê beş bi beş şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

Merasîma serbestberdanê li Navenda Meclisa Rûspiyan a Hesekê pêk hat. Di merasîmê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Muawiniya Mela Ehmed, fermandarê Buroya Têkiliyan a QSD’ê Şiyar Hesekê, serokê Meclisa Qebîleya El-Cebûr û endamê Meclisa Rûspiyan Fewaz El-Zewbea axivîn.

Axêveran piştast kir ku ji bo rêzdayîna li ser daxwazên rûspî û şêxên eşîran û kefaleta wan, her wiha jî ji ber yên ku hatine berdan ji şêniyên vî welatî ne û li aliyekî din jî bi însiyatîfa dayîna şansekê ya guhartinê, ev girtî hatin berdan. Li aliyekî din jî axêveran spasiya QSD û tevahî aliyên ku piştevaniya vê însiyatîfê kirine û daxwazên wan bersivandine, kir.

Her wiha axêveran bang li kesên hatine berdan kir ku vegerin rêya rast, dest bi jiyaneke nû bikin ku tê de sûd hem ji wan re û hem jî ji civak û welatê wan re hebe. Her wiha jî li pêşiya kesên ku bixwazin tevlihevî û fîtneyan derxin da ku bigihînin armancên xwe, bigirin û bibin piştevanên şênî û hêzên xwe yên ku parastina wan û welatê wan dikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cQEhh9Tm898" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>